Dîmenên nû yên êrîşa 5'ê Hezîranê

ENQERE- Dîmenên nû di dosyeya doza 5'ê Hezîranê ya Amedê de cih girtin. Li gor dîmenên MOBESE'yê tevî bersûcê DAIŞ'î Orhan Gonder kesekî gomlekê wî şîn jî dixuyê. Di dîmenan de polîsek bi Orhan Gonder û wî kesî re têkiliyê datîne.

Di danişîna dawîn a doza 5'ê Hezîranê de, parêzerê gazinker Ozgur Erol, balê kişandibû ser dîmenên MOBES'yê yên jimare 20 û 21'an ên bersûc Orhan Gonder û kesên li gel wî yê gomlek şîn û daxwaz kiribû ku nasnameya wî bê tespîtkirin û li dadgehê îfadeyê bide.

dihaber'ê xwe gihand wan dîmenan. Di dîmenan de bersûc Orhan Gonder tevî kesê gomlek şîn li ser peyarêyê çay vedixwe. Paşê polîsekî ku li qadê pewyirdar, bi Orhan Gonder û kesê gomlek şîn ê li ser peyarêyê çay vedixwe diaxive û kêliyekê bi wan re têkiliyê datîne. Di dîmena duyemîn de jî Gonder û kesê gomlek şîn bi hevdu re ji qada çalakiyê dûr dikevin. Dîmen aîdî saet 11.00 wan in.

ÎDIA KIRIBÛ KU WAN DI RÊ DE HEVDU NAS KIRIYE

Bersûc Gonder, der barê kesê gomlek şîn de wiha îdia kiribû: "Niha navê wî kesî nayê bîra min. Me li cem ocaxa çayê hevdu nas kir. Paşê min got tuwaleta min tê. Wî jî got, qehwexaneya nasekî wan heye û em çûn qehwexanê. Dema em ji qehwexaneyê derketin, ew bi riya xwe, ez bi riya xwe ve çûm."

‘ME DAXWAZA DÎTINA WÎ KESÎ KIR'

Parêzer Ozgur Erol, diyar kir ku heta niha îfadeya wî kesê gomlek şîn nehatiye wergirtin. Erol, anî ziman ku ew nizanin ka çi qasî têkiliya wî şexsê di dîmenan de bi êrîşê re heye û wiha axivî: "Dema me ev dîmen raçav kirin, me xwest nasnameya vî kesî bê tespîtkirin û îfadeya wî bê wergirtin."

‘DELÎL TAM NEHATIN BERHEVKIRIN'

Erol, dest nîşan kir ku bi hinceta "ewlehiyê" dosye veguhastine Enqereyê û wiha got: "Ji ber vê yekê delîl tam nehatin berhevkirin. Lêkolîneke baş nehat kirin. Niha em hewl didin ku kêmaniyên dosyeyê temam bikin. Tespîta vî şexsê gomlek şîn ku di dîmenan de cih digire nehatiye kirin. Îfadeya wî nehatiye wergirtin. Me ev berpêşî bala dadgehê kir."

‘EV NÎŞAN DIDE KU LÊPIRSÎN BAŞ NAYÊ BIRÊVEBIRIN'

Erol, diyar kir ku divê di komkujiyên DAIŞ'ê de lêkolînên berfireh bên kirin û wiha domand: "Divê hemû hevdîtinên bersûc ên MOBESE'yan, hevdîtinên wî yên bi hemû kesan re bihatanan tespîtkirin û îfadeyên wan kesan bihatanan wergirtin. Lê yek ji vana jî nehat kirin. Ev jî nîşan dide ku ka lêpirsîn çi qas kêm û sist tê birêvebirin. Me ev tespît kir û dê dadgeh vî kesî tespît bike û îfadeya wî wergire."

Erol, diyar kir ku wan der barê polîsê ku di dîmenan de têkilî bi Gonder û wî kesî re daniye daxwaza tiştekî nekirine û wiha got: "Polîs hemû kesan ji qadê dûr dixîne. Me daxwaz kiribû ku îfadeya hemû polîsan bê wergirtin, lê belê daxwaza me hat redkirin."