Zimanê nûçeyan wek delîla 'endamtiya rêxistinê' nîşan da!

AMED - Dadgehê hinceta 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku li nûçegihanê me Mehmet Guleş birî daxuyand. Dadgehê parast ku Guleş "Nûçegihanê ajaneseke ku bi xuyanga legaliyê fealiyetên îllegal bi rê ve dibe". Dadgehê ji bo Guleş wiha îdia kir: "Ziman û jargona wî ya nûçeyên ku radigihand, dema tevî mijarên wan tên nirxandin diyar dibe ku bersûc endamê çapemeniya rêxistina çekdarî ye."

2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê, bi îdiaya "endamtî û propagandaya rêxistinê" di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li nûçegihanê dihaber'ê Mehmet Guleş ku di 7'ê Kanûna 2016'an de dema nûçe dişopandin hat girtin birî. Dadgehê, hinceta cezayê ku li Guleş birî daxuyand. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku Guleş nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi KHK'ê hat girtin e û îdia kir ku DÎHA li gor pênaseya "Avaniya îllegal a bi xuyanga legal" e.

DADGEHÊ GULEŞ KIR ENDAMÊ KJA'YÊ

Dadgehê parast ku, hevdîtinên telefonê yên Guleş li ser biryarên dadgehê hatine guhdarîkirin. Delîlên tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ya îstinadî Guleş tê kirin, hemû ji hevdîtinên telefonan û fealiyetên wî yên rojnamgeriyê pêk tên. Dadgehê, hevdîtinên telefonan ên Guleş yên bi çavkaniyên nûçeyan ên der barê merasîma cenazeyên HPG'yiyan, 15'ê Sibatê salvegera anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hevpeyvîna ku dê bi malbata yek ji avakarên PKK'ê Mazlûm Dogan ku li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da ji bo "endamtiya rêxistinê" wek delîl nîşan da. Dema Guleş bi çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin çêkiriye behsa KJA'yê kiriye û li ser vê dadgehê jî îdia kir ku Guleş di nav avaniya rêxistinî ya KJA'yê (ku komeleyeke jinan e) de cih digir û beşdarî civînên wan bûye. Her wiha dadgehê hevdîtinên telefonê yên Guleş ku der barê girtina endamên HDP û DBP'ê de bi çavkaniyên nûçeyan re kiriye jî, wek ku piştevaniya van kesan kiriye nîşan daye.

MUDAXILEYÎ ZIMANÊ NÛÇEYAN JÎ KIRIN

Dadgehê der barê Guleş de wiha îdia kir: "Zimanê û jargona wî ya nûçeyên ku radigihand, dema tevî mijarên wan tên nirxandin diyar dibe ku bersûc endamê çapemeniya rêxistina çekdarî ye û li gor Madeya 61'emîn a Qanûna Cezaya Tirk cezayê wî hatiye diyarkirin û şexsîkirin."

Dadgehê parvekirinên Guleş ên civaka medyayî yên bi naveroka xwe nûçe ne, wek delîlên sûc hesibandin. Dadgehê wêneyê ku bêtêl di dest zarokekî de ye û Guleş ew parve kiriye jî wek sûc hesiband û îdia kir ku Guleş bi vê parvekirinê "endamên rêxistina çekdarî sempatîk nîşanda ye".

Dadgehê derpêş kir ku, Guleş bi parvekirinên xwe di dema îlankirina xwerêveberiyan û çêkirina xendek û danîna barîkatan de kiriye û bi vê re rêbazên PKK û KCK'ê yên şidetê di xwe de dihebînin wek rêbazên rewa nîşan dane û ew pesinandine. Dadgehê diyar kir ku bi van parvekirinên xwe yê di Facebookê de Guleş "Propagandaya rêxistinê" kiriye.

Dadgehê, dest nîşan kir ku ji ber li DÎHA'yê xebitiye û nûçe çêkirina bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û ji ber parvekirinên xwe yên civaka medyayî jî bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" 3 sal û meh û nîv ceza li Guleş hatiye birîn. Dadgehê bi giştî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Guleş birî. Dadgehê derpêş kir ku, tevdîra kontrola edlî têr nake, dibe ku gumanbar bireve û biryara berdewamiya girtina Guleş da.

Guleş û parêzerê wî, biryara dadgeha herêmî temyîz Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê kirin.