Pençe: Bi sedan cenaze winda ne

AMED – Li gorî daneyên MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin nêzî du salan e li gelek bajaran zêdetirî 269 cenazeyên endamên YPS û HPG’ê radestî malbatan wan nayên kirin. Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe diyar kir ku 269 cenazeyên kesên di şerê li bajar û bejahiyî de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyan û goristanên bêkesan tên rawestandin.

Li bajarên heremê û li seranserî xeta sînorên Rojava û Başûr her ku diçe konsepta şer dijwar dibe û di vî şerî de endamên HPG û YPS’ê jiyana xwe ji dest didin. Di nav du salên dawî de bi sedan ciwanên kurd di şerê li nav bajaran û bejahiyê de jiyana xwe dest dan. Cenazeyên hin kesan radestî malbatan hatin kirin û li gorî daneyên MEYA-DER a ku bi KHK’ê hat girtin jî heta niha 269 cenazeyên endamên HPG’ê û YPS’ê jî li nexweşxaneyan hatine rawestandin û li goristanên bêkesan hatine definkirin. Her wiha dîsa li gorî daneyên MEYA-DER’ê li herema Şirnexê û Colemêrgê û li xeta sînorê gelek cenazeyên endamên HPG’ê ku nasnameyên wan hatine aşkerekirin jî cenazeyê wan winda ne. Hevserokê MEYA-DER’a Amedê ya bi KHK’ê hat girtin Hasan Pençe têkildarî rewşa cenazeyan axivî û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Pençe bi bîr xist ku ev nêzî du salan e li nav bajaran û li bejahiyê şerek dijwar diqewim e û di encama berxwedan û şerê dijwar ê azadiyê de bi sedan ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dane. Pençe da zanîn ku bi taybetî jî li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Silopiya, Rezanê û li gelek deverên din ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane, cenazeyê wan radestî malbatan nehatine kirin.

‘ENCAMA XWÎNÊ JI MALBATAN RE NABÊJIN’

Pençe diyar kir ku her çi qas navên endamên YPS û HPG’ê hatibin aşkerekirin jî û li gel nimûna xwînê ya DNA’yê malbat serî li dozgeriyan didin jî cenazeyên wan nayên radest kirin û wiha got: “Lê mixabin ev sal û nîvek e hêj bersiv nedane malbatan. Dema mînaka xwînê tê girtin divê ku li gorî wê bersivê bidin malbatan. Ne erênî ne jî neyînî bersiv nadin malbatan. Malbat li benda bersivê ne. Piştî 15’ê Tîrmehê şûn ve gelek dozger û dadger hatin guhertin. Ji ber vê guhertinê encamên dayîna xwîna DNA’yê hemû winda bûn. Ev yek ji bo malbatan zehmetiyên pir mezin bi xwe re tîne.”

‘DIXWAZIN WEK SALÊN 90’Î CENAZEYAN WINDA BIKIN’

Pençe pêkanîn windakirina salên 1990’î jî bi bîr xist û wiha got: “Di wan salan de ji ber şerê qirêj bi hezaran ciwanên kurd şehît bûn, lê mixabin hêj cenazeyên wan ne diyar in û hestiyên wan jî tune ne. Lê di sedsala 21’emîn de li gel ku ewqas teknolojî li pêş ketiye jî cenaze di destê dewletê de ye û heta mirov dikare bêje nasnameya wan jî dizanin, lê cenazeyan radestî malbatan nakin. Dema mijar dibe cenaze mirovahî derdikeve holê. Di vir de hiqûqa dijminahiyê derdixin holê. Lazim e ku cenazeyên van malbatan radestî wan bê kirin.”

‘CENAZEYÊN XETA ŞIRNEX Û COLEMÊRGÊ LI KU NE?’

Pençe dest nîşan kir ku di nav sal û nîveke dawî de li xeta sînorên Şirnexê û tevahî Colemêrgê gelek endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Lê li gel ku nasnameyên cenazeyan hatine aşkerekirin jî cenaze li holê tune ne. Her roj daxuyanî didin dibêjin ‘Me ew qas gerîla kuşt’ lê pekî ev cenaze li ku ne? Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe ketine nav fikaran. Malbat diçin Colemêrg, Şirnex û Meletiyê serî li dozgeriyê didin lê dibêjin ‘cenaze tune ne.’ Di vî warî de gelek xetereyên me hene. Du tişt tên bîra mirov. Ya cenaze li qada şer tên hiştin an jî cenaze wek salên 90’î bi komî tên definkirin. Cenaze li kîjan deverî be divê agahî bidin malbatan. Cenaze di destê kî de be bila daxuyanî bidin. Her çi qas malbat li cenazeyan digerin jî tune ne. Heta niha ji vê xetê cenaze derneketine. Cihên cenazeyan li kû derê ye bila ji malbatan re bêjin. Li van heraman nêzî 150-200 kesan jiyana xwe ji dest daye û nav hatine aşkerekirin, lê cenaze li holê naxuyên. Divê demildest cenazeyan bidin malbatan.”

‘WAHŞETÊ LI SER CENAZEYAN PÊK TÎN IN’

Pençe îşaretî hovîtiya ku li ser cenazeyan pêk tê kir û wiha axivî: “Gerîlayên jiyana xwe ji dest didin jî, li ser malperên medya civakî bedena wan tê teşhîrkirin û malbat li ser van malperan zarokên xwe nas dikin. JOH û POH di hesabên xwe de wêneyan parve dikin, lê pekî ev cenaze li ku ne? Hemû pêkanînên dijmirovan e li ser cenazeyan pêk tînin. Lê dema em dêna xwe didinê cenaze li holê nîn in. Wahşeta li ser cenazeyan mijara gotinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi hestên malbatan dileyîzin û dixwazin hêrsa malbatan rabe.”

BANG LI SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN

Pençe di berdewamiya axaftina xwe de banga rawestandina şer kir û wiha got: “Em daxwaz dikin ku mesele bi rêbazên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Divê saziyên wek ÎHD, TÎHV, baroyên heremê, dozger û hemû sazî û dezgehên mafên mirovan ên netewî û navnetewî ji bo cenazeyan tevbigerin.”

‘269 CENAZE LI KU NE?’

Pençe der barê cenazeyên li hin bajaran li nexweşxaneyan tên rawestandin û li gorên bêkesan hatine definkirin ev agahî rêz parve kirin: “Li Amed 18 cenaze li goristana bêkesan hatine definkirin. Li Erziromê 51 cenaze (ji Geverê ew birine wir) li Şirnexê 13 cenaze, li Cizîrê 16, li Xabûrê 47 cenaze, li Wanê 7 cenaze (ku di meha Sibatê de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn), li Bedlîsê 14 cenaze hatine definkirin, li Sêwasê 3 cenaze hatine definkirin, li Nisêbînê 18 cenaze li aliyekî 7 cenaze li aliyekî hene, li Meletiyê 15 cenaze, li Xarpêtê cenazeyek heye, li Dîlokê 20 cenaze hene, li Mêrdînê 12 cenaze û li Rihayê jî 28 cenaze hene.”

Bîlal Guldem/Sonya Bayik – dihaber