ENQERE - Piştî krîza Qatarê AKP'ê biryar girtibû ku leşkerên xwe bişîne Qatarê û ev pêşnûme ji Meclisê derbaskiribû, hat gotin ku bawerî dane welatan, dê balafirgehê di krîzê de bi kar neynin.
Di pêşengiya Erebistana Siûdî de li dijî Qatarê hin tevdîr hatibûn girtin, lê hêj hewldana Enqereyê ya navbeynkariyê berdewam dike. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, di serî de Erebistan û hevalbendên wê, bang li Enqereyê kirine ku 'tercîha xwe bike'. Hat diyarkirin ku Enqereyê jî bawerî daye welatên Kendavê ku dê balafirgeha li herêmê bi kar neyne.
Wezîrên karên derve yên Îran û Behreynê hefteya çûyî Tirkiye ziyaret kiribûn û piştî ziyaretê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu duh di saetên serê sibehê de bi Balyozê Erebistana Siûdî Walid Bîn Abdul Karîm El Khereîjî, Balyozê Emîrên Yekitiya Ereban Khalîfa Shaheen Al-Marar û bi Meslahatguzarê Bahreynê Komaîl Ahmed re hevdîtinek pêk anîbû.
Di peyama bloka Siûdî de, ev tişt ji bo Tirkiyeyê hat gotin:
* Ji ber ku Qatar sozên ku daye pêk naniye, hatiye vê rewşê; ji bo dîsa heman şêweyî tevnegere, divê garantiya wê bê dayîn.
* Îro şûn de ew dema welatên Kendavê winda bike tune.
* Divê di vê pêvajoyê de Tirkiye ji bi me re tev bigere.