KONYA - Midûriyeta Lîseya Anadolu ya Konevî ya li Konyayê diyar kir ku dê sala pêş a hîndekarî-perwerdehiyê polên xwendekarên keç û xort cuda bikin û di polên cuda de perwerdehiyê bidin. Piştî bertekên li dijî perwerdehiya zayendî perest zêde bû, midûriyetê nivîs ji malpera lîseyê ya fermî rakir.
Midûriyeta Lîseya Anadolu ya Konevî ya li Konyayê di malpera fermî ya lîseyê de diyar kir ku dê sala pêş a hîndekarî-perwerdehiyê polên xwendekarên keç û xort cuda bikin û di polên cuda de perwerdehiyê bidin. Piştî bertekên li dijî perwerdehiyê zêde bûn, rayedarên lîseyê nifîsa di malperê de hatibû weşandin rakirin. Lîseyê di malpera înternetê de bi ser nave "Ji bo weliyên xwendekaran agahdarî" û imzeya midûrê lîseyê O. Faruk Ozarslan wiha hat gotin: "Dibistana me di serdema sala 2017-2018'an a Perwerdehî û Hîndekariyê de dê xwendekarênk keç û xort di polên cuda de perwerde bike û perwerdehiya xwe berdewam bike." Bangawazî piştî demekê di malperê de ma li ser bertekan hat rakirin.
Kesên bertek nîşan dan Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî hişyar kirin.