NAVENDA NÛÇEYAN - Îtîrafkarê Hizbullahê ku ji ber ewlehiyê navê xwe aşkere nekir, li rastiyên salên 1990'an mikur hat. Îtîrafkarê hem di Hîzbûllahê de û hem jî di JÎTEM'ê de cih girt, diyar kir ku wan plan kiribû ku Musa Anter bikujin, lê JÎTEM'ê Musa Anter kuşt. Îtîrafkar anî ziman ku Hîzbûllah îro bi riya Hur Dava Par'ê di nava AKP’ê de bi cih dibe.
Di salên 1990’an de li Bajarên Kurdistanê bi hezaran ciwanên kurd ji aliyê rêxistina Hizbullah û JÎTEM'ê ve hatin revandin, windakirin û hatin kuştin. Lê heta niha tu kujer û berpirsiyar nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Hin kesên hatin girtin jî bi zagonên taybet hatin berdan. Gelek ciwanên kurd bi îşkenceyên herî giran hatin kuştin û di gorên komî de hatin definkirin.
‘ME DÊ MÛSA ANTER BIKUŞTA'
Îtîrafkarê Hîzbûllahî yê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, li xwe mikur hat û rastiyên wê demê û geşedanên niha parve kir. Îtîrafkar, agahiyên girîng dan dîhaberê. Îtîrafkarê Hizbullahê, der barê avakirina rêxistinê, xebatên wê û planên wê de agahîyên girîng parve kir. Îtîrafkar, anî ziman ku hem dinava Hizbullahê de û hem jî di nava JÎTEM'ê de bi awayekî çalak cih girt û wiha got: “Gotina sazumankarê JİTEM'ê Arif Dogan a Me Hîzbullah ji PKK’ê parast. Cînayetên kontra yên JÎTEM’ê li dijî malên welatparêz ên kurd pêk dianîn, ji ber ku me piştgirî ji JÎTEM'ê digirt me çalakî digirt ser xwe. Me dê Musa Anter bikuştiya. Lê di deqeya dawî de plana me li hev nehat. Li şûna me JİTEM'ê Musa Anter kuşt. Ji ber van pêkanînên me em ji aliyê gelê herêmê ve deşifre bûn. Êdî ji mere gotin 'Hizbi-kontra'."
‘MIN BI JîTEM’Ê RE DEST BI XEBATÊ KIRIN
Îtîrafkar, bal kişand ser kuştina Rêberê Hîzbûllahê Huseyîn Velioglu û dê di sala 1999’an de li Stenbolê ji aliyê polîsê villada ve hat kuştin û diyar kir ku jiyanek wî ya pir tarî heye. Îtîrafkakar wiha got:
“Dema ez hatim binçavkirin û rastî lêpirsînê hatim, min di ber xwe dan. Min tişttek negot. Polîsê îşkence li min kir, got, ‘Em dê tiştekî nişanî te bidin. Tu dê zanibe tu ji bo kê di ber xwe dide. Wê demê tu bi axive neaxive tu dê biryarê bide. Kesên îşkence li min dikirin deriyê odeyê nîv vekirî hiştibûn. Wî xwest ez bi dizî li navbera derî binerim. Dema min nerî û min dît ez şok bûm. Min Edîp Gumuş (Sazumankarê Hizbullahê yê rasti cezayê muebetê hatibû û di serdema AKP'ê de di 4 Çileya 2011’an e bi zagonek taybet hat berdan) û Cemal Tutar (Tevî sazumankarê Hizbullahê û Edip Gumuş" hatin berdan) li gel midûrê polîsan rûniştibûn. Tatlî dixwarin û bi hevre dikeniyan. Wê demê ez pir şikestim. Piştî min ew dît, min her tişt ji polîs re got. Piştî vê yekê min bi JÎTEM'ê re dest bi xebatê kir. Pişti demekê bi awayekî fermî ez bi JİTEM'ê re xebitîm û bûm endamê fermî yê JÊTEM'ê. "
‘TÊKILIYA HîZBULLAH-AKP'Ê'
Îtîrafkar diyar kir ku ew Cemal Tutar bi riya rêxistinê nas kir û wiha got: "Dema Velîoglu hat kuştin, Edip û Cemal di heman malê de hatibûn girtin. Ev du kes rêveberê rêxistinê yên herî jor bûn. Dema Velioglu hat kuştin, li mala Velîoglu, CD û hemû belgeyên rêxistinê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û komkirin. Edip û Cemal li gel reveberiyê bê hesap çalakî pêk anîbûn. Ev du kes çawa hatin berdan? Ev hemû di bin konrola dewletê û MÎT'ê de pêş ketin. Ev yek di serdema AKP û Tayyip Erdogan de ji berdewam kir. Dema Serokomar Erdogan Serokê Şaredariya Stenbolê bû têkiliya wî û Hizbullahê hebû. Berdana wan nîşan dide ku têkiliya AKP-Hizbullahê bi hevre heye.
'ALÎKARÊ SEROKÊ GIŞTÎ YÊ HUDA-PAR'Ê SÎNANOGLU FAÎLÊ WÎ YE'
Îtirafkar der barê têkiliyên di navbera AKP û Hîzbullahê de jî agahî da û ev tişt got: "M.A.D. Alîkarê Serokê Giştî yê Huda-Par'ê yê niha ye (îtirafkar nasnameya kesê mijara gotinê bi vekirî dibêje) û milîtanekî kevin ên Hîzbullahê ye. Ew bi xwe ji navçeya Hezoyê ya Êlihê ye. Ji salên 90'î vir ve li herêmê di karê rêxistinkirinê de cih digire. Herî dawî di 15'ê Mijdara 2003'yan de li Stenbolê li dijî navendên îbadetxaneyê ên Cihûyan û Sînagogan çalakî pêk anîbû. Ji ber vê lêgerîna wî hebû. Demek dirêj li derveyî welat xwe veşart. Ji ber êrîşên li dijî Sînagogan, di hedefa Rêxistina Îstixbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) de bû. Di vê demê de Duyar qet li holê negeriya. Di têkoşîna AKP û Îsraîlê de û di têkoşîna li herêmê li dijî PKK û kuran de aktorekî sereke ye."
‘HÎZBULLAH-HUDA-PAR'Ê JI NÛ VE SERERAST DIKE’
Îtirafkar aşkera dike ku endamên Hîzbullahê yên ku sûc kiriye û lêgerîna wan hene, ji bo li dijî PKK'ê û gelê kurd bi kar bîne, wan efû dike, dixe ajan, cerdevan û digire bin serweriya xwe û aşkera dike ku di demên dawî de dîsa giranî daye vê polîtîkayê. Îtirafkar piştrast dike ku divê nêzîkbûna AKP û Huda-Par'ê ya demê demên dawî jî bi vê ve girêdayî bê destgirtin û axaftina xwe wiha didomîne: "Dewleta ku dixwaze li herêmê pêşketina PKK'ê sînor bike, îro dîsa pêwîstî bi Huda-Par'ê dibîne, wekî salên 90'î Hizbî-kontra û sivîlên paramîlîteran bi pêş dixe. Hem di warê madî û hem jî di warê pêwîstiyên leşkerî de wan fînans dike. Hîzbullah bi taybetî li Amedê navendan vedike, hem di aliyê leşkerî de, hem jî di aliyê teorîk de perwerdeyê dide. Ev perwerde bi taybetî ji hêla hikumetê ve tê organîzekirin. Tayyîp Erdogan bi taybetî kesê li ser vê mijarê peywîrdar kiriye jî Suleyman Soylu ye. Di demên borî de jî li ser navê AKP'ê Bulent Arinç hatibû Amedê û bi Huda-Par'ê re hevdîtin pêk anî bû û piştî vê hevdîtinê, Huda-Pariyan êrîşê kurdan kiribû."
‘HEVKARIYA AKP Û HUDA-PAR’Ê YA REFERANDÛMÊ’
Îtirafkar li ser hevkariya AKP'ê û Huda-Par'ê ya di referandûma 16'ê Nîsanê de jî radiweste û destnîşan dike ku Huda Par'ê dengê 'Erê' bi kar aniye û wiha pê de çû: "Piştî referandûmê, Tayyîp Erdogan ji Huda-Par'ê re spasiyên xwe kirin û hevkariya xwe îtiraf kir. Dîsa bernameyên di qanalên wekî TRT 6, A Haber û TRT de bi hevkariya AKP û Huda Par'ê tê amadekirin, ev jî têkiliya di navbera wan de di çi astê de ye bi vekirî datîne holê."
Îtirafkar piştrast dike ku dema ew ji JÎTEM'ê re dixebitî û 7 endamên Hîzbullahê yên ku endamê şûrayê ne, bi polîsan re dixebitî û di vê der barê de jî ev agahî da: "Ev rewş îro jî berdewam dike. Heta dikare bê gotin ku Hîzbullah bi temamî ji hêla hikumet-dewletê ve hatiye kontrolkirin. Rêxistinkirina Hîzbullahê ya li ser axa kurdan, ji hêla AKP'ê ve tê kirin. Têkiliya Tayyîp Erdogan a bi vê rêxistinê re gelekî kûr û dûr e. Hevkariya wane îro bi Huda-Par'ê re bi vê ve girêdayî ye. Ji xwe têkiliya di navbera AKP-Erdogan û DAIŞ-El Nusrayê de hemû cîhan dizane. Ji bo wê jî AKP pêwîstî bi Hîzbullahê dibîne."
‘EV RÊXISTIN DIJMINÊN KURDAN IN’
Îtirafkar destnîşan kir ku rêxistinên wekî Hîzbullah (Huda Par) AKP, DAIŞ, El Nusra û El Qaîde olê berovajî dikin û ev bang li civakê kir: "Ji ber ku min berê bi rêxistinên wekî Hîzbullah û JÎTEM'ê re hevkarî kiriye ez gelekî poşman im. Ev rêxistin kujer in. Xwazî ez di serî de tev li van karan nebûma. Ji ber sûcên ku min li dijî gelê kurd û civakê kiriye ez ji xwe şerm dikim. Xwedê tevlêbûna van rêxistinan nesîbê kesî neke. Armanca van hemûyan qetilkirina kurdan e. Divê gelê me û civaka me baweriya xwe van rêxistinên çete neyne. Ji ber ku ev zilmê li gel dikin û xwîna gel dimijin. Bi vekirî dijminatiya kurdan dikin."