NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê duh li Slêmaniyê bi daxuyaniyekê banga "Yekîtiya Neteweya Kurd" kir. Endamê Konseya KNK'ê Kamuran Berwarî, diyar kir ku biryara referanduma serxwebûnê giring e û wiha got: "Lê divê berî her tiştî parlamentoya 2 salin deriyê wê girtî ye pirsgirêkên wekî zagona serokatiyê çareser bike."
Rêberê Partiya Demorat a Kurdistanê (PDK) li Herêma Federe ya Kurdistanê di 7'ê Hezîranê de bi partiyên siyasî re civînek pêk anî û biryar dan ku di 25'ê Îlonê de referandumê pêk bînin. Civîn li şûna li Parlamentoya ku 2 salin girtî ye bê kirin li bajarê Pirmamê pêk hat. Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) jî di 12'ê Hezîranê de li Silêmaniyê civîna çapemeniyê pêk anî û ji bo "Yekîtiya Neteweya Kurd" bang li hemû sazî û rêxistinên kurdan kirin ku ji bo yekîtiye têbikoşin. Endamê Konseya (KNK) Kamuran Berwarî, têkildarî referandumê û yekîtiya kurdan ji dîhaberê re axivî.
BERÊ PARLAMENTO Û ZAGONA SEROKATIYÊ
Berwarî, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe pirsgirêka pergal, aborî, civakî, siyasî û leşkerî hene û xwest berî her tiştî hikûmet pirsgirêkên parlamentoyê û zagona serokatiyê çareser bike. Berwarî xwest hikûmet û rêveberiya Kurdistana Federe berî referandumê parlamentoyê çalak bike û parlamento pirsgirêkan çareser bike û wiha got: "Ji sala 2014'an heta niha di hikûmetê de xetimînek çêbûye. Divê hikûmet beriya referandumê pirsgirêkan çareser bike. Divê rêveberî parlamentoyê veke. Divê li herêmê ewlehiya hilbijartina referandumê bê girtin. Divê berî her tiştî berjewendiyê gelê kurd li ber çavan bê girtin.
'REWATIYA HIKÛMETÊ TUNE YE'
Berwarî da zanîn ku şekl û şemalê referandumê şaş e û wiha berdewam kir: "Biryara referandûmê li gorî zagonê nehat stendin. Ji ber ku ev biryar li Parlamentoya Kurdistanê nehatiye dayîn .Li gorî me ev biryar ne rewa û ne fermî ye. Ji ber ve yekê rewatiya hikûmetê jî nemaye. Em ne welatê ku Tirkiye em ava kirine ye. Ger ku em wek û hikûmet bi hevre kar bikin dê meclîsa me jî hebe. Divê helwesta Tirkiye me eleqeder neke. Tirkiye qebûl dike-qebûl nake. Divê em nekevin bin bandora wê. Em gelê kurd êdî ne bê vîn in. Gelê kurd êdî vîna wan heye."
'FOTOKOPIYA ERDOGAN e'
Berwarî da zanin ku referanduma di 25'ê ÎLonê de pêk bê dişibe referanduma 16'ê Nîsanê ya Serokomar Tayyip Erdogan û AKP'ê û wiha berdewam kir: "Erdogan bi darbeya li hemberî xwe li hemberî hemû hêzên aştîxwaz û demoratîkxwaz komplo çêkir. Parlamentoya Tirkiye pûç kirin. Niha tenê rola Erdogan û AKP'ê maye. Ji ber vê yekê referanduma Başûr fotokopiya Erdogan e.
ÎTÎFAQA BI ERDOGAN RE MALBATÎ Û BAZIRGANÎ YE
Berwarî, da zanîn ku KDP gelek zêdeyî Erdogan û AKP'ê ye li ser îtifaqa stratejik têkiliyên wan pêş dikeve. Berwarî bilêv kir ku ev yek zerarê dide gelê kurdû wiha got: "Ev îtîfaq malbatî û bazirganî ye. Ne meseleya serxwebûn û azadiya gelê kurd e. zgür ve bağımsız bir devlet meselesi değildir. Bu haddinden fazla ekonomik bağımlılık, aynı zamanda KDP'nin üzerinde de ciddi bir baskı oluşturuyor."
18 NOKTEYÊN LEŞKERÎ HATIN AVAKIRIN
Berwarî, anî ziman ku îro li Başûrê Kurdistanê 18 nokteyên leşkerî yên Tirkiye hatine avakirin û wiha axivî: "2 hezar şîrketên tirk li wir hene. Ev metîngeriya Bakurê Kurdistanê ye. Em dibêjin bila têkilî li ser berjewendiyên gel bên avakirin.
Berwarî, da zanîn ku siyaseta PDK'ê yekîtiya gelê kurd xera dike û wiha lê zêde kir: "Siyaseta PDK'ê û Erdogan dişibe hev. Ehmedê Xanî bingeha yekîtiya gelê kurd e. KNK ji bo yekîtiya gelê kurd di nava hewldanan de ye. Piraniya hemû rengên kurdan di nava KNK'ê de cih digirin. Ji sedî 70'ê partiyên mezin ên kurdan û ji car perçeyên Kurdistanê kesayetiyên navdar di nava KNK'ê de cih digirin. Em bang li 4 perçeyên Kurdistanê dikin ku bi KNK'ê re bibin yek. Em dixwazin li şoreşa Kurdistanê xwedi derkevin. Em dê di meha Tîrmehê de wekî KNK'ê li Başûrê Kurdistanê civîna şewirmendiyê pêk bînin. Em dê ji hemû beşên kurdistanê pêşengan dawet bikin Em dê pirsgirêka Neteweya ya Kurdistana Mezin niqaş bikin.
MODELA GUNCAV A RÊBERÊ PKK'Ê OCALAN E
Ji bo vê yekê heta niha PKK û KCK nebûne asteng. Em dixwazin partiyên din jî ji mere nebin asteng. Em dixwazin eniya KNK'ê li nava 4 perçeyên Kurdistanê di nava hemû partiyan de belav bikin û mezin bikin. Divê her partiyên siyasî yên kurdan bi reng û siyaseta xwe dinava KNK'ê de cih bigirin. Çareseriya herî guncav modela Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Xeta sêyemîn e"
Selami Aslan - dihaber