ÊLIH - Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ku li balafirgeha Êlihê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin piştî îfade da hat berdan
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan di hesabê xwe yê twîtterê de parve kir û diyar kir ku wî binçav dikin. Aslan, di hesabê xwe de wiha got: "Ez li Balafirgeha Êlihê têm binçavkirin. Vekirina fitaran a li Enqereyê nebû nesîbê min. Ez li balafirgehê têm binçavkirin. Xwedê mezin e." 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê kiriye" der barê Aslan de biryara binçavkirinê da û lis er vê biryarê ASlan li balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Aslan piştî îfade da serbest hat berdan.