AMED - SAMER'ê li ser rewşa Sûrê ya di çarçoveya "Veguhestina Bajarvaniyê" de tê xerakirin lekolîn kir û rapor amadekir. SAMER'ê di raporê de diyar kir ku li gorî daneyan dixwazin demografiya nijadî û polîtîk biguherînin. SAMER'ê di raporê de destnîşan kir ku dixwazin Sûrê bê hafiza bihêlin.
Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER), li ser rewşa taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê ku hikûmet di çarçoveya "Veguhestina Bajarvaniyê" de xera dike lekolîn kir û rapor amade kir. SAMER'ê di raporê de diyar kir ku bi xerakirina taxên Sûrê dixwazin hafizeya li Sûrê tune bikin û demokrafiya nijadî û polîtîk biguherînin. SAMER'ê di rapora lêkolîn û çavdêriyê de li ser 3 beşan lekolîn kir.
‘DIXWAZIN ÇI BIKIN?’
Di raporê de cih dan şêniyên Sûrê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî. Li gorî nerînê wan sedema valakirinê wiha ye:
1- Dixwazin demografiya nijadî û polîtîk ya Sûrê biguherînin.
2- Dixwazin nexşe û ruhê dîrokî û çandî yên Sûrê biguherînin. Dixwazin bi van guhertinan hafizaya Sûrê tune bikin.
3- Dixwazin çanda kevneşopî û şewirmendiyê tune bikin û winda bikin.
4- Bi îstîmlak û desteserkirinê dixwazin ranta aborî pêş bixin.
5- Konsepta ewlehiyê li hemû taxên Sûrê pêş dixin. Li Suriçî 6 karakol tên avakirin û li nava gelek kolan û taxan nokteyên polis û maşîneyên zirxî tên avakirin.
Di raporê de hat diyar kirin ku şêniyên Sûrê naxwazin ji warê xwe derkevin. Welatî li hemberî geşedanên li taxê bi fikar û guman in.
XERAKIRIN GIRÊDAYÎ PÊŞKETINA SIYASÎ YE
SAMER'ê di raporê de cih da dane û lêkolînên YSK'ê û TUÎK'ê yên der barê guhertina demografî ya nijadî û polîtîk û wiha got: "Berî van pêkanînan di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ên Giştî de gelê Sûrê ji sedî 81,56'an dengê xwe da HDP'ê. Di serdema qedexe û bûyeran de di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de jî li gorî daneyên YSK'ê dengê HDP'ê daket ji sedî 75,7'an. Ev jî nîşan dide ku li piraniya Sûrê endam û bingeha HDP'ê li Sûrê dijî û bi cih bûye. Ji 22'ê Gulanê heta niha dixwazin taxên Ali Paşa û Lale Beyê vala bikin û dest bi xerakirinê kirine.
Li gorî lêkolîna SAMER'ê ya sibata 2013'an di nava 2 hezar û 357 malan de ji sedî 93,2’an kurd li vir dijîn. Piraniya welatiyên Sûrê di salên 90’an de gundê wan hatiye valikirin û ji gundê xwe koçî vir kirine.
Piştî serlêdanên li Dadgeha Bilind û itiraz hatin kirin, di beşa dawî de ev xal hatin rêzkirin:
1) Şêniyên li taxên wekî Alî Paşa û Lale Bey, naxwazin mal û kargehên xwe biterikînin. Sedema yekemîn a vê daxwazê; dê nikaribin ji derveyê Sûrê li cihekî din bijîn, di wê baweriyê de ne ku dê jiyana bi hevre ya li vê derê li cihekî din pêk neynin. Sedema duyemîn ji ew e dixwazin xwedî li cihên ku lê hatine dinê û jiyana xwe derbas kirine û xwedî li van çîrokên xwe derkevin, sedema sêyemîn ew e berdêla ji bo milkên wan hatiye diyarkirin, kêm dibînin.
2) Sedemeke din jî ew e ku tê xwestin ku wan bi zorê ji cih û warên wan bikin, berxwedana li dijî vê jî esas digirin. Gelek ji wan ji xwe di salên 1990'î de ji cih û warên xwe hatine koçebrkirin û vê yekê wekî berdewama wê polîtîkaya digirin dest.
3) Didin zanîn ku dema dixwazin wan ji malên wan derbixin û wan ji cih û warên wan bikin, bi tu awayî serî li nêrînên wan nadin,
4) Dixwazin dê mal û cihên wan çi bin, wan agahdar bikin û pêşniyarên wan bigirin. Ev xebatên rûxandinê ku di 22'yê Gulanê de hat destpêkirin û bi etapa duyemîn tê bi rêvebirin, divê xebatên rûxandinê bên rawestandin, hin avahiyên wanên ku hatine rûxandin li gorî şekil û şemala herêmê ji nû ve bên avakirin, heke vê yekê dewlet neke, divê derfetan bidin wan ku ew bi xwe vê pêk bînin.
5) Ev pêkanîna ku wan ji cih û warên wan bi zorê derdixe, av û ceryanê li ser wan dide qutkirin, divê demil dest bi dawî bibe, divê saziyên girêdayî dewletê berpirsyariyên xwe yên li hemberî civakê bînin cih.
6) Di îlana bi sernavê "Herêma afetê ya bi xeter" ku bi taybetî ji bo taxên giştî û nav Sûrê destgirtin, "Projeya veguherandina bajêr" û "Îstimlaqa bi lezgîn" ên ku di bin 5 sernavan de hatiye diyarkirin:
a) Tê xwestin ku demografî û polîtîkaya Sûrê bê guhertin.
b) Dixwazin herêmê di warê cih û çandê de bi giştî biguherînin, yanî dixwazin bê hiş û bîr bihêlin.
c) Dixwazin wê çanda ku xwedî kevneşopiyeke piştgiriyê naveroka wê biguherînin.
d) Di bin navê veguherandina bajar de, dixwazin ji xwe re deriyekî rantê yê aboriyê vebikin.
e) Ya rast şêniyên taxê û hemû welatiyên di nava Sûrê de, dirikirin ku dê li gorî konsepta ewlehiyê herêmê sererast bikin. 6 qereqolên ku li Sûrê tên çêkirin û di hal û hazirê de gelek polîs û maşîneyên zirxî yên di nava kuçe û kolanan de vê didin nîşan.
7) Wekî ku ji van hemûyan jî tê fêmkirin, biryarên heyî wekî meseleyeke polîtîk digirin dest. Ji ber wê di serî de partiyên ku dengên xwe bi giranî danê û civakên sivîl li gel wan bisekinin û wan dawetî çareseriyê dikin.
8) Xalên di warê hiqûqê de ji wan re itiraz hatine kirin wiha ne:
a) Biryarên di vê der barê de û xalên makeqanûnê yên di pêkanînê de, Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye berovajî tevdigere.
b) Herêm di warê biryarên wekî "Qada bi xeter" û "Bi lezgîn îstimlaqkirinê" de ne guncav e, di vê der barê de lêkolîn û rapor jî nehatine amadekirin.
c) Her çendî Wezaret destnîşan kiribe ku li Herêmê tenê %6.04’ê wê bi xeter e û ev îlan kiribe jî bi serê xwe pirsgirêk e. Heke ev rastî piştguh bê kirin dê bi xwe re xetayan bîne. Ji xwe "Biryara Qada bi Xeter", "Biryara Îstimlaqa Lezgîn" wekî rêbazekî hatiye destgirtin û "Biryara qada bi xeter" vê rewşê rave dike.
d) Di çarçoveya biryar û pêkanînên ji bo Sûrê hatiye girtin de; bi giştî 147 berhemên dîrokî, bi giştî 595 berhemên çandî di bin xetereya ji cihê wan kişandinê de ye. Ev qadên dîrokî, mirovên di nav de û çanda jiyanî wek mîrateya cîhanî hatiye qebûlkirin. Bi zorê ev mirov ji cihên wan derxistin, malên wanên tên xirabkirin û dê li cihên wan çi bê çêkirin, teqes divê destpêkê ji van mirovan pêşniyar bên girtin.