ŞIRNEX - Li gundê Xirabêmişkê ya Hezexa Şirnexê di navbera cerdevanên bi navê B.G. û Osman Şahîn de şer derket. Di şer de Osman Şahîn û kurê wî Lokman jiyana xwe ji dest dan.
Cerdevanên li Kurdistanê çekên dewletê wergirtine, gel hi dijî civaka xwe û geh jî li dijî hev bi kar tînin. Herî dawî li gundê Xirabêmişka ya Hezexa Şirnexê di navbera cerdevanên bi navê Osman Şahîn, kurê wî Lokman û cerdevanê bi navê B.G. de li serê seviyê şer derket. Di şer de bav û kur ji hêla B.G. ve hat gulebarankirin, Lokman Şahîn li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da, bav Osman Şahîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîna Mêrdînê. Bav Şahîn ê li vir dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrîşê B.G. li cihê bûyerê revî û lêgerîna wî berdewam dike. Hat diyarkirin ku sedema şerê di navbera cerdevanan de, ji ber bûyereke berî 2 salan e.