Li pêş girtîgeha Gulmen û Ozakça lê girtî ne rûniştin

ENQERE - Heyeta ku ji endamên Odeya Tabîban a Enqere (ATO), akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihat, bi armanca piştgiriyê bidin akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça li pêş girtîgeha ku Gulmen û Ozakça lê girtî ne çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Endamên Odeya Tabîban a Enqere (ATO), akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, bi armanca piştgiriyê bidin akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça li pêş girtîgeha ku Gulmen û Ozakça lê girtî ne çalakiya rûniştinê pêk anîn. Heyeta ku ji nûneran pêk dihat, di roja 97’an a çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça de li pêş Girtîgeha Tîpa F a Sincanê çalakiya rûniştinê pêk anin. Heyet, li pêş girtîgehê rûniştin. Endamê ATO Prof. Dr. Sibel Perçinel xwest têkildarî rewşa Gulmen û Ozkaç bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin lê ev daxwaza wan hat redkirin.

Piştî daxwaza Perçinel hat redkirin komê li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.