Li sê herêmên Çiyayê Katoyê qedexe

ŞIRNEX - Ev demek e li gelek herêmên Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam dikin û qedexe tên îlankirin. Ji van qedexeyan 3 herêmên Çiyayê Katoyê zêde bûn.

Ev 2 meh e gelek herêmên Çiyayê Katoyê ya Bêşebabê ya Şirnexê operasyonên leşkerî dewam dike. Di çarçoveya van operasyonan de, herêmên wekî Topê Terzî, Topê Talanzerî û Ilicadagê hatibûn qedexekirin. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, qedexeya ku berî demekî hatibû îlankirin, dê heta 28'ê Hezîranê berdewam bike.