Li Dersimê riya 3 navçeyan ji çûnhatinê re hat girtin

DERSIM - Bi hinceta operasyona leşkerî riyên navçeyên Pulur, Pilemûriye û Qisleyê ji çûnhatina mirov û wesayîtan re hat girtin.

Bi hinceta operasyona leşkerî riyên navçeyên Pulur, Pilemûriye û Qisleyê yên Dersimê bi wesayîtên zirxî ji çûnhatinê re hatin girtin. Li ser riyên hatin girtin gelek wesayît hatine sekinandin û welatî li dijî vê rewşê bertek nîşan didin. Nehat zanîn ku dê kengî rê bên vekirin.