ÊLIH- Ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi hinceta operasyona leşkerî li 4 gund, 6 tax û gundikekî navçeyên Hezo û Sasonê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi hinceta operasyona leşkerî li 11 deverên navçeyên Hezo û Sasonê yên Êlihê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê, li navçeya Hezoyê gund û taxên Gumuşgorgu, Hasanko û Bisîra û li navçeya Sasonê jî gund û taxên Karameşe, Ramazan, Orta, Kelhasan, Bînonu, Kîlîmlî, Yoncaduzu û gundikê Aşaiîklîmlî qedexe hatiye îlankirin.