WAN - Li Qelqeliyê, ji ber ku berkazên Bendava Serdoşabiyê xitimîne, 3 sal in av naçe 4 gundan. Ji ber vê rewşê, li herêmê 20 hezar donim erd nayê çandin. Welatî li hemberî DSÎ'yê nerazîbûn nîşan dan.
Li Gundê Serdoşabiyê yê Qelqeliya Wanê, ji ber ku berkazên bendava ku ji aliyê Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) hatiye çêkirin xitimîne, 3 sal in ku welatî nikarin erdê xwe av bidin. Welatiyan dest nîşan kir ku 20 hezar donim erdê li gundên Serdoşabî, Çemûrlî, Melehesena Jor û Jêr ji ber bêaviyê bûne şûv. Welatiyan got ku, wan gelek caran ev rewş ragihandiye DSÎ'yê, lê belê tu encam wernegirtine.
'DSÎ BI KÊRÎ ÇI TÊ?'
Ji gundê Serdoşabiyê Abdulmutalip Gazîogûllari (84), got ku ev 3 sal in ji keyayan bigire çi saziyên dewletê hebûne wan serî li wan daye, lê belê dîsa jî ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Gazîogûllari wiha got: "Heke DSÎ nikaribe vê peywirê jî bi cih bîne, nexwe bi kêrî çi tê? Darên me hişk bûn. 3-4 hezar donim erdê me hişk bû. Nêviyê serweta me çû. Gerînendeyê herêmê hat vir û got 'Em ê cihokê vebikin'. Lê hîn jî tiştek nekirine."
‘EM Ê KOÇ BIKIN'
Husnu Gazîogûllari (75), dest nîşan kir ku 100 donim erdê wî hişk bûye û wiha got: "Heke wisa bidome, em ê ji van deran biçin." Fahrettîn Gazîogûllari (65) jî wiha got: "Bila eleqedar bibin. Bila bendavê vebikin, bila mirov jê sûdê wergirin. Em dixwazin ji nû ve erd û bîstan bên çandin. Ev der êdî bûye çol."
‘FIREK AV JÎ TUNE YE'
Ji gundê Melehesena Jor Abdulvahap Erzengîn (61), anî ziman ku wan tu fêdeya bendava ku hatiye çêkirin nedîtiye û wiha axivî: "Zêdeyî 100 donim erdê min heye, lê firek av tune ye." Mesût Erzengîn jî anî ziman ku nêzî 20 hezar dar hişk bûne û wiha axivî: "4 gund debara xwe bi avê dikirin. Mirov hebû 100 dolim nefel diçand. 5-6 hezar kîlo giha jê dihat û difirot û debara xwe pê dikir. Niha ev mirovên me mexdûr bûne."
‘HEYWAN BÊ AV MAN'
Ji Gundê Melehsena Jêrê Haci Enver Vergîlî jî da zanîn ku, ji bo berkaza ku xitimiye vebikin wan sondajvan jî gritiye û wiha got: "Me sondajvan jî anî, lê belê gotin '3 metre û nîv bar lê bar bûye û em nikarin vebikin'. Hemû erd û darên me şewitîn." Vergîlî, da zanîn ku li 4 gundan bi giştî 20 hezar donim erd hişk bûye û wiha axivî: "Em perîşan bûne. heywan vê avê vedixwarin. Dar hebûn. Ji ber qutbûna avê, hilberîn nêvî nêvî daket. Têkildarî rewşê em li karên avê geriyan. Hatin, gotin 'Zêdeyî 3 metreyan harfiyat ketiyê. Em nikarin vebikin.' 3 sal in hîn jî venekirine û av nayê. Berê qet av nehatibû qutkirin."
Têkildarî mijarê em li Gerînendetiya Herêma 17'emîn a Karên Avê ya Dewletê geriyan. Bi telefonê, tim em berhêlî hejmarên xetên navxweyî kirin û bi vî awayî nexwestin agahiyan bidin.