Lîstikên DAÎŞ'ê yên li ser jinên Êzîdî

REQA – Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Reqayê bi hemû beza xwe didome. Di operasyonê de bi sedan kes hatin rizgarkirin. Şêniyê Reqqayê Abdulah Mihemed ku jinek Êzidî kirîbû lîstika DAÎŞ'ê vegot. Mihemed, anî ziman ku DAÎŞ'ê jinên êzîdî li bazara Reqayê difirotin."

Li Reqayê ku di roja 9’emîn de “Cenga Mezin” a ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatî destpêkirin, di taxên Sînea û Xatin de pêş dikevin. Şervanên QSD’ê ku di cebheyên rojhilat û rojava de bi du milan ve gav bi gav navendê ve pêş dikevin, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, mal bi mal paqij dikin. Li bajarê ku pêvçûnên dijwar diqewimin bi sedan çete hatin kûştin û bi sedan niştecihên Reqayê ji bin esareta DAIŞ’ê tên rizarkirin. Di Reqaya ku wek e navenda ji hêla DAIŞ’ê ve jinên Êzidî yên êsîr hatibûn girtin tê nasîn, niha gelek jinên Reqayî tên rizgarkirin. Abdulah Mihemed a 50 salî ku jinekê Êzidî ya ji “Bazara Koleyan” kirîbû, derbarê aqûbeta jinên Êzîdî de agahiyên girîng da.

JINÊN ÊZÎDÎ LI BAZARÊ DIFIROTIN

Abdullah Mihemed ku mala wan li Taxa Sebehiyê ya Reqayê ye, diyar kir ku jinên Êzidî di bazarên ku di rojhilat û başurê Reqayê de hatibûn avakirin de dihatin firotin. Mihemed, destnîşan kir ku bi taybetî di cihekî Taxa Sîneayiyê ku li rojhilatê bajêr dikeve wek e ‘Bazara Koleyan’ dihat bikaranîn û anî ziman ku piranî jinên Êzîdî lê hin jinên ku ne Êzidî bûn jî hem difirotin çeteyên DAIŞ’ê û hem jî difirotin hin kesên dewlemend ên di Reqayê de dijîn û yên ji derve ve dihatin.

‘MIN JINA ÊZÎDÎ LI BAZARÊ KIRÎ'

Muhamed, da zanîn ku wî bi xwe jî jinekê Êzidî ji bazara koleyan a li başûrê bajarê Reqayê kirîye û destnîşan kir ku li gelek cihên di bajêr de ji van bazaran hebûn. Muhamed, wiha got: “Lê yê herî dihat naskirin bazarên li rojhilat û başurê bajêr bûn. Min jî ji wir jinekê Êzidî kirî. Dem amin ji berpirsiyarê bazarê jin girt, sê caran bi min û bi jina Êzidî peyva ‘Allah û Ekber’ dane gotin, piştre dane min. Jinên ciwan û xweşik ji bo serçeteyan û kesên dewlemend re vedişartin. Wan bi buhayek bilind difirotin. Ji bilî çeteyan gelek kesên di Reqayê û derveyê bajêr jî dihatin wan jinan dikaribûn bikirin.”

‘MIN EW WEKÎ CARÎYE KIRÎ'

Mihemed, da zanîn ku ya jinên Êzidî wek e cariye bikar tanîn û anî ziman ku jinên Êzidî yên hatibûn kirîn hêj di bazarê de piştî sê caran peyva ‘Allah û Ekber’ êdî wek e misliman dihatin dîtin. Mihemed, destnîşan kir ku kesên ya jinan di bazaran de dikirîn digotin ku ‘ji bo kesên ji Îslamê re şer dikin re helal e’. Mihemed, ev tişt gotin: “Ew jina Êzidî ku min wê wek e cariye kirîbû bi mehan li cem min ma. Tenê pêdiviyên jiyanî pêk dihat. Ji ber ku min vê rewşî pê da jiyankirin ez di hêla ujdanî de pir aciz im. Dema min bihîst QSD nêzî Reqayê dibe, min wê jinî careke din teslîmê çeteyan kir.”

JI SÛDANÊ HETA DUBAYÊ

Mihemed, anî ziman ku gelek jinên Êzidî şandine Siûdî Erebîstan, Qetar, Dûbayî, Iraq û Dêra Zorê û da zanîn ku serçeteyên (Emîr) ji Reqayê reviyan gelek jinên Êzidî jî bi xwe re birine. Muhemed, ragihand ku hin kesên ji derveyê Reqayê jî hatibûn jinên Êzidî ji van bazaran kirîn û van agahiyan da: “Ew sûcên ku DAIŞ kirin hin Reqayî jî bûne hevpar. Niha li navenda Reqayê hêj jî bi dehan jinên Êzidî tên girtin. Min jî ya jina Êzidî ku min kirîbû piştî demekî bir dîsa da DAIŞê. Min wê teslîmê hevalekî xwe ya naskirî kir. Gelek hevalên min û naskiriyên min bi vê awayî kirin, yanî wan jinên kirîbûn berdan, hinek ji wan dane çeteyan.”

Erdogan Altan/ Nazim Daştan - Dihaber