Dengê balafirên şer amediyan bêzar dike

AMED - Her roj bi dehan balafirên şer ji 8'emîn Barageha Jet'an a Balafirgeha leşkerî ya Amedê radibin. Ji ber dengê balafirên şer ên zêde perdê guhên mirovan diteqin.

Her roj gelek balafirên şer ji 8'emîn Barageha Jetan a Sereke ya Balafirgeha Amedê radibin û datînin. Ji ber dengê zêde yên balafiran, amediya welatiyan nemaye û derûniya mirovan xera dibe. Dema balafir radibin dengê kesî naçe kesî û perdeyên guhên mirovan tên asta teqandinê.

LI TAXA HAWIRDORÊ DESTÛRA KUTANDINA MÎXEKÎ JÎ TUNE YE

Binkeya jetê li navenda bajêr e û bi hinceta "ewlehiyê" ne destûra tamîrkirina avahiyên li dora wê tên dayîn û ne jî destûra çêkirina avahiyên nû. Li Taxa Alîparê ya ku nêzî binkeya jetî ye, ji du qatan zêdetir destûra îmarê nayê dayîn û her wiha nahêlin welatî ser xaniyên xwe jî tamîr bikin. Ji ber binkeya jetê nişetcihên taxê tên mexdûrkirin û her wiha ji ber ku li nêzî taxê polîgona berdanê hatiye çêkirin, ev jî tim û tim nêvengeke pevçûnî bi welatiyan dide hîskirin. Welatiyan xwest ku demildest qada hewayî bê rakirin.

Eyup Akyapi ku 60 sal in li taxê dijî wiha axivî: "Her roj gelek caran balafir radibin û datên. Ma mumkun e ku mirov jê nerihet nebe? Bi salan e ez li nêvengeke vî dengî dijîm. Belkî jî ciwan û zarok perîşan dibin." Akyapi, diyar kir ku dema balafir radibin dengekî zêde dertê û ji ber vê zarok ji nav nivînên xwe dipengizin û wiha got: "Daxwaza me ew e ku demildest balafirgeh ji vir bê rakirin."

‘HER KU BALAFIR RADIBIN ZAROK DIGIRÎN'

Fatma Komal jî wiha got: "Her ku balafir radibin zarokên min digirîn. Ji ber van dengan derûniya min jî xera bûye. Ne mumkun e ku ev zarok bi awayekî tenduristiyane mezin bibin."

NAHÊLIN QAT BAVÊJIN SER XANIYÊN XWE

Hediye Akyapi jî, dest nîşan kir ku hema bêje jiyana wan veguheriye îşkenceyê. Akyapi, xwest ku demildest binke ji taxa wan bê rakirin û li derveyî bajêr bê çêkirin. Akyapi, ji ber sepandinên ewlehiyê yên li taxê didomin nerazî ye û wiha got: "Her du zarokên min jî di çaxê xwe yê zewacê de ne û dê di demeke nêz de bizewicin. Lê destûrê nadin ku em qat bavêjin ser xaniyê xwe jî. Îjar ez ê bi vî halê xwe yê feqîr li kuderê xaniyan ji zarokên xwe re bibînim."

Li taxê zarokê 9 salî yê bi navê Habîp jî got ku, ew ji dengê balafiran ditirse.