RIHA - Esnafên ku bixwazin li navçeya Eyyûbiyeyê kargehê vebikin, şaredarî di bin navê "Bexşê" de zêdeyî hezar lîreyî ji wan distîne. Dema esnaf vî pereyî nedin, nikarin ruhsetê bistînin. Şaredariyê wiha got: "Şaredariya me nû ye, pêdiviya me bi vî pereyî heye."
Esnafên li Kolana SSK'ê ya li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, îdia kirin ku dema wan kargehên xwe vekiriye şaredariyê tevî kirariyên ruhsetê di bin navê "bexşê" de pere ji wan stendiye. Esnafên kargehên wan hene, anîn ziman ku krîza aborî bandoreke neyînî li wan kiriye û ew hatine asta ku êdî nikarin kar bikin. Esnafan, got ku di vê rewşê de şaredariya ku diviya alîkarya esnafên biçûk bike, ji her dikanên tên vekirin pere distîne.
'NIZANIM MIN JI BO ÇI PERE DAN'
Îbrahîm Yavûzel ku li Kolana SSK'ê dikana wî ya amûrên spî heye, da zanîn ku dema wî dikan vekiriye ewraxên ji bo ruhsetê temam kiriye û berê xwe daye şaredariyê. Yavûzel, diyar kir ku lê belê dema ew çûye şaredariyê, şaredariyê jê xwestiye ku hezar û 675 lîreyî bide. Yavûzel anî ziman ku, karmendê li yekeya ruhsetê jê re gotiye "Pere razîne wezneyê û were ruhseta xwe bigire". Yavûzel, diyar kir ku wî gotiye ev pere zêde ye û wiha got: "Wan jî ji min re got 'ferz bike te cilşoyek kêm firotiye'. Min pere da û min ruhset wergirt. Lê nizanim min ji bo çi ew pere dane."
JI BER KU BEXŞ NEDA RUHSET NEDANÊ
Erdal Koç ê zêrfiroş jî, diyar kir ku wî dikaneke nû venekiriye, tenê derbasî wî aliyê kolanê bûye û ji bo vê kirariyên ruhsetê ji nû ve çêkiriye. Koç wiha got: "Min dosyeya xwe amade kir. Ji min xwestin ku hezar û 800 lîreyî razînim. Lê belê di lêçûnan de teberrû dinivîsand. Min ji wan pirsî ka wateya teberrûyê çî ye. Gotin şikleke bexşê ye. Min ji wan re got naxwazim bexşê bikim. Dema min got ez nikarim bidim, ji min re gotin em bi 750 lîreyî li hev bikin. Min got ez nikarim ewqasî jî bidim. Ji ber ku min ruhset wernegirtiye, vê carê jî her roj tên dikanê û nerihet dikin. Gelek esnafên ku ev pere dane, nizanin ji bo çi dane. Lê belê her kes ji vê rewşê nerihet e. Ma bexş bi zorê dibe?"
'PÊDIVIYA ŞAREDARIYA ME BI PEREYAN HEYE'
Têkildarî mijarê me bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê re hevdîtin çêkirin. Rayedarên şaredariyê, anî ziman ku "bexş" ne tiştekî mecbûrî ye, welatiyên ku bixwazin didin. Lê rayedarê yekeya ruhsetê ya Şaredariya Eyyûbiyeyê jî, dest nîşan kir ku şaredariya wan şaredariyeke nû ye û pêdiviya wan bi pereyan heye. Şaredarî wiha got: "Jixwe sînorên navçeyê ne jîngeh in, wek erseyê tê xuyakirin û ji bo vê ruhset nayê dayîn. Lê belê, şaredariya me ji bo welatiyan tevgeriya û ruhset da wan. Ji ber vê em bexşan ji bo şaredariyê werdigirin, çimkî pêdiviya şaredariyê pê heye."