Leşkeran sewqî sînorên Hatayê dikin

HATAY - Sewqîyata leşkeran a sînorên navçeyên Hatayê û Sûriyê zêde dibin. Li hin gundan ji bilî gundiyan destûra tu kesî nayê dayîn ku biçin û bên û her wiha hat derpêşkirin ku li avahiyê 2-3 qatî yên li ser sînor rêveberên El Nûsrayê dimînin.

Di demên dawî de ber bi navçeyên Hatayê yên cîranên Sûriyeyê ne liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Sewqiyata leşkerî ya ji bo qereqolên li ser sînor zêde bûye û her wiha tevdîrên ewlehiyê û venêrîna rê di asta herî jorîn de ne. Li ser xaçarêyên hemû riyên Reyhanli, Yayladagê û Altinozuyê qereqolên seyar hatine çêkirin û bi taybetî jî wesayîtên ku plakeya wan ne yê Hatayê bin tên arav û taravkirin.

JI DU GAVAN CAREKÊ LÊGERÎN

Ji navenda bajêr heta Reyhanliyê 4 jê yê polîsan û 2 jê jî yên cendirmeyan 6 noqteyên lêgerînê hatine çêkirin û li van noqteyan polîsên taybet ên bi çekên giran û wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Li herêmên nêzî sînorê Reyhanliyê, avahiyên 2-3 qatî hatine çêkirin û her wiha riyên ku berê teng bûn niha bi qasî ku TIR derbas bibin hatine firehkirin. Tê îdiakirin ku li avahiyên hatine çêkirin bi taybetî rêveberên rêxistina Tahrîr El Şamê dimînin. Her wiha hin avahî wek qereqolên leşkerî hatine çêkirin.

Li navenda navçeyê hemû kesên ku biyanî bin, li GBT'ya wan tê nihêrîn. Li navenda navçeyê ji polîsên fermî bêtir yên sivîl digerin û hemû riyên navçeyê bi MOBESE'yan hatine girtin. Her wiha hemû wesayîtên ku dikevin navçeyê û dertên jî bi pergala kamerayî tên şopandin.

BI TIR'AN ÇI DIKIŞÎNIN?

Deriyê sînor ê Cîlvegozê dem bi dem vedibe û tê girtin. Lê di demên dawî de zaf TIR diçin û tên. Lê der barê barê wan de agahî nayên dayîn. Çavkaniyên herêmî, diyar dikin ku di hin deriyên sînor ên ku ne fermî ne de jî çûnhatin çêdibin û bi taybetî sewqiyat ber bi gundê Atmeyê ve çêdibin. Welatiyên ku li gund dijîn, dest nîşan dikin ku herî zêde sewqiyat bi şev çêdibin.

'HERÊMÊN EWLE'

Li hin gundên girêdayî Yayladagiyê jî, welatî nikarin bi rihetî çandiniyê bikin. Bi taybetî jî li gundên nêzî sînor, bi destûra qereqolê çûyîna nav erdan çêdibe. Her wiha gelek gundên wek Kizilçatê wek herêma ewlehiya taybet hatine îlankirin. Ji bilî gundiyan, kes nikare biçe gund.

NE MUMKUN E KU MIROV NÊZÎ SÎNOR BIBE

Gundiyan, da zanîn ku ev saleke destûr tune ku kes nêzî sînor bibe. Gundiyan, ragihand ku fermana lêdanê ya leşkeran heye ku bera kesên li herêmên bêyî destûr in bidin. Welatiyekî ku berê li navçeya Altinozuyê bazirganî dikir, diyar kir ku dema leşker ew zevt dikirin cezayê pereyî li wan dibirîn û ew berdidan, lê niha bêyî hişyarî guleyan direşînin.

Erdogan Alayumat / Hamdullah Kesen - dihaber