Girtiyên mafê xwe xwestin hatin cezakırın

EDENE - 11 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ku mafê xwe xwestin ewil rastî ceza hatin, piştre hatin sewqkirin. Ji 11 girtiyên hatin sewqkirin jê 4 girtî rastî cezayê ragihandinê hatin.

Li Tirkiye piştî OHAL hat îlankirin û şûnde zextên li ser girtiyan zêde bûn. Mafên girtiyan ên ragihandin, tenduristî, parêzer û gelek mafên wan ên civakî û çandî ji destê wan hat girtin. Girtî rasti zext û tundiya fîzikî û derûnî tên. Dozdar Suat Şimşek, ku di 16'ê Adara 2017'an de ji ber parvekirinên medya civakî bi îdîaya "Propaganda rexistinê kiriye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê.

DI KAWÎŞA 5 KESAN DE 11 KES BI CIH KIRIN

Şîmşek anî ziman ku tevî li girtîgehê girtiyên siyasî hene jî ew şandin Girtigeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê û wiha got: "Em li vê girtîgehê rastî pêkaninên dijmirovî hatin. Cilê me ji me derxistin û em tazi kirin. Pêlav û cilê me ji me kirin û em li ser piyan jimartin. Me got em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku me ev pêkanîn qebûl nekir em 11 girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê kirin. Em li vir jî xistin kawîşa 5 kesan. Li kawîşa 5 kesan em 11 kes bi cih kirin."

'BIÇIN AVA KANIYÊ VEXWIN'

Şimşek, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ji bo 11 kesan îskana pet, çar sênî, 2 kevçî daye wan. Şîmşek, anî ziman ku şûşeyên ku wan ji Girtîgeha Tîpa E anîn, ji destê wan girtin û wiha got: "Alav û amûrên me nedan me. Me li diji vê binpêkirina mafan di ber xwe da. Lê mafê me neda me. Me diyar kir ku hevalê me yê nexweşê gurçikê heye. Me xwest ava pak bînin. Lê gotin "Way kanî li wir e biçin ji kaniyê avê vexwin" Ava kaniyê qirêj bû û nedihat vexwarin. Her dem zîlê lezgîn lê didan û gardiyanan destûr nedidan ku em bi şev razên. 15 gardiyan bi hevre bi robocop û copan diketin odeyê û gef li me dixwarin. Xwestin me çav tirsandî bikin. Lê me parastina mafê xwe berdewam kir."

BERÊ CEZA KIRIN PIŞTRE SEWK KIRIN

Şîmşek, anî ziman ku çend roj şûnde Lijneya Saziya Înfazê bi îdîaya "slogan berz kirine", "teşwîkî îsyanê kirine", "li deriyan dane" û "heqaret li polîsan kirine" der barê 4 kesan de cezayê ragihandinê dane.
Şimşek, anî ziman ku dema mafê xwe xwestin dîsa bersîv negirtin û li şûna daxwazên wan pêk bînin ceza dan wan. Şîmşek, bilêv kirin ku 3 roj cezayê hucreyê û mehek cezayê ragihandinê dan Serhat Yildiz, mehek cezayê ragihandinê dan Nusret Tek û Zahir Şen û piştî ceza dan wan ew sewqî girtigehên cuda kirin. Şîmşek, bilêv kir ku tevî wî Çetin Can Çakmak, Nusret Tek, Zahir Şen û Bozan Çelik sewqî Girtîgeha Tîpa E a Elbîstanê kirin. Serhat Yildiz, Omer Bîlgili, Serdar Tek, Efekan Adiyaman, Dogan Kahraman û Bayram Adiyaman jî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Karamanê hatin kirin.