AMED - Dêra Surp Sarkîs a li Sûrê ji ber ku gelek caran ji hêla defînegeran ve hatiye kolandin, bi rûxandinê re rû bi rû ye. Ji Nor Zartokê Murad Mihçi biryara rûxandinê wekî qirkirina dîrokî şîrove kir û aşkera kir ku ew dê li dijî vê têkoşînê bidin.
Navçeya Sûrê ya Amedê heta niha ji 33 şaristaniyan re malovanî kiriye û îro taxên wekî Alîpaşa û Lalebey di bin navê "Sererastkirina bajêr" de tê rûxandin. Yek jî bermahiyên dîrokî jî Dêra Surp Sarkîs a Ermeniyên Katolîk e (Piştî qirkirinê navê wê wek Dêra Çeltûkê hat guhertin), bi rûxandinê re rû bi rû ye. Piştî qirkirina ermeniyan, ev dêr demek dirêj ji hêla axa û began ve wekî kadîn û gom hatiye bikaranîn, lê piştî wekî Fabrîqeya Çeltûkê hatiye bikaranîn, ew nav lê maye. Rixmî her tiştî jî dêr îro li ser piyan e, lê ji ber ku çavkaniyeke dîrokî li holê tune, di kîjan serdemê de hatiye çêkirin nayê zanîn. Hin çavkaniyên ku plan û endezyariya wê li ber çavan digirin, diyar dikin ku ev dêr ji serdsala 16'emîn maye.
BERHEMÊN DÎROKÎ TUNE DIBIN
Di salên borî de ji ber sersariya rayedaran, Dêra Çeltûkê bi texrîbatên xwe hatiye rojevê, ji ber ku demek dirêj e nayê parastin, bûye cihê heşîşkêşan. Dêra ku ji xezeba defînegeran jî para xwe girtiye, lê dîsa jî li ser piyan e, di dema kolandinê de gelek aliyên wê hatine texrîbkirin. Gelek kevirên di dîwar de ku bi hişmendiya dibe pere bike, hatine rakirin, bandoreke xirab li ser dêrê kirye. Dêra ku heta roja îro maye, îro bi xetereya rûxandinê re rû bi rû ye.
'BIRYARA RÛXANDINÊ QIRKIRIN E'
Dêra ku ji hêla Wezareta Çandê û rêveberiyên herêmî ve nehatiye restorekirin, bi salan çavê xwe ji taxrîbagan re jî girtine û îro di bin navê 'qada bi xeter' de, biryara rûxandinê hatiye girtin. Endamê Çanda Ermeniyên Nor Zartonk û MYK'a HDP'ê Murad Mihçi aşkera kir ku dêr carekî ji hêla ermenî û amediyan ve hatiye sererastkirin, di pevçûnên ku di 28'ê mijdara 2015'an de careke din texrîbat dîtiye û wiha axivî: "Dêr careke din hat texrîbkirin. Dîsa derxistina biryara rûxandinê, bi serê xwe qirkirineke dîrokî ye."
Mihçi destnîşan kir ku gelê ermenî berî 100 salan di komkujiyan re hatiye derbaskirin û piştrast kir ku pir kêm berhemên dîrokî yên aydê ermeniyan li Sûrê mane. Mihçi got ku berî 100 salan çi anîne serê ermeniyan, îro tînin serê gelên din û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mijar ne tenê rûxandina dêrê ye; Divê milkên ermeniyan ên bi tapû bên axaftin, lê mixabin hêj paşveçûyînek heye." Mihçi destnîşan kir ku dê pêvajoya hiqûqî ya ji bo dêrê berdewam bike û da zanîn ku ew dê li dijî rûxandinê wek gelê ermenî têkoşîna xwe berdewam bikin.