KARAMAN - Girtiyên ku nexweşê Hepatît B ne û li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê tên girtin, divê 3 mehan carekî bên dermankirin, lê ev salek e nehatine tedawîkirin.
Zext û zilma li dijî dîlên azadiyê di asta herî jor de ye, zextên li Girtîgeha Tîpa M a Ermeneka Karamanê jî gelek dijwar bûne û binpêkirinên mafan her ku dixe zêde dibe. Giriyên ku bi rêya malbata xwe agahî da, aşkera kirine ku di koxûşên 6 kesî de 12 kes tên girtin.
SALEK E NAYÊN DERMANKIRIN
Malbatên girtiyan destnîşan kir ku xizmên wan ên girtî nayên tedawîkirin, bi taybetî girtiyên bi nexweşiya Hepatît B ketine, divê 3 mehan carekî bên tedawîkirin, ev salek e nehatine tedawîkirin. Her wiha hat gotin ku girtiyên ji doza PKK'ê û girtiyên di derbeya 15'ê Tîrmehê de hatine girtin, bi hev re tên girtin û ji derveyî vê rewşê, qadên hev par jî ji holê hatine rakirin.
Malbatên ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê, piştrast kirin ku di dema hevdîtinê de, rêveberiya girtîgehê bi zorê wan dide ber ala tirk û dixwaze wêneyên wan bikişîne. Dîsa wekî li gelek girtîgehan, li vir jî nameyên girtiyan tê destaserkirin û ji holê tên windakirin. Girtiyên ku li dijî van zext û zordariyan derdikevin, bi cezayên dîsîplînê tên cezakirin.
GIRTÎGEH: SALEKÎ NEBÎNE!
Li ser îdiayên malbatan me li Girtîgeha Ermenekê geriya, rayedarên li girtîgehê da zanîn ku kuxûşên wan ên 6 kesî tune ne. Îdiayên der barê nexweşên Hepatît B de jî wiha şîrove kirin: "Hêj salekî nabîne, wan dibin nexweşxaneyê."