Li Wanê kesek hat gulebarankirin

WAN - Welatiyê bi navê Mahsun Aladag li ber mala xwe hat gulebarankirin.

Li taxa Beyazitê ya navçeya Çaldêranê ya Wanê welatiyê bi navê Mahsun Aladag ê 30 salî, li ber mala xwe hat gulebarankirin. Hat gotin ku Aladag ji kar diçû mala xwe, hin kesên di maşîneyekî de ew gulebaran kirine. Aladag ê di êrîşê de birîndar bû, piştî mudaxaleya destpêkê ew rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Wanê.