Mêşîna leşkeran jineke kurd qetil kir

AMED - Maşînên zirxî yên polîs û leşkeran li Kurdistanê dibin sedema mirinan. Maşîneya zirxî ya li navçeya Licê li jina bi navê Pakîze Hazar qelibî, bû sedema mirina wê.

Li navçeya Licê ya Amedê maşîna zirxî ya leşkerên tirk li pîrejina bi navê Pakîze Hazar qelibî û ew qetil kir. Ekîbên polîsan li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Cenazeyê Hazar piştî demek dirêj li kuçeyê hat rawestanin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê ya Weqfa Halîs Toprak.

EV NE YEKEMÎN E…

Di 6'ê Cotmeha 2016'an de li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê, maşîna kobra ya polîsên tirk li pîrejina 71 salî ya bi navê Naciye Ozdemîr qelibû û Ozdemîr jiyana xwe ji dest da.

Di 9'ê Sibata 2017’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê zaroka 7 salî Berfîn Dîlek dema ji dibistanê diçû malê, maşîna polîsan li wê qelibî bû û Berfîna piçûk qetil kiribû.

Di 27'ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevranê ya navenda Amedê maşîna leşkerên tirk li jina 55 salî ya bi navê Hatun Elhuman qelibî bû û Elhuman jiyana we ji dest dabû.

Di 28'ê Nîsana 2017’an de li Wanê maşîna polîsan li 2 welatiyan qelibî bû û Samî Uçan ê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa piştî vê qezayê, di nava hefteyê de 7 kes bi maşîneyên zirxî hatibûn birîndarkirin.

Herî dawî di 4'ê Gulana 2017'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê maşîna polîsan ketibû malekî û du zarokên birayên hev ên bi navê Furkan û Muhammed Yildirin hatibûn qetilkirin.