TJA’yê ji bo Şîrîn Tekelî peyama sersaxiyê weşand

AMED - TJA'yê ji bo yek jî pêşengên tevgera jinan, nivîskara femînîst Şirîn Tekelî ya jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Doç. Dr. Şirîn Tekelî ya 73 salî yek jî wan jinên ku ji tevgera jinê re pêşengî kiriye û femînîsteke jin e. Tevgera Jinên Azad (TJA) yê bi rêya peyamekî sersaxî ji malbata Tekelî re xwest. TJA'yê di peyama xwe de aşkera kir ku ew di nav xebgîniyek mezin de ne û ev tişt hat gotin: "Şirîn Tekelî di tevahiya jiyana xwe de ji gelek saziyên wekî Komeleya Mafên Mirovan, Mor Çati û Pirtûkaneya Berhemên Jinan re pêşengî kiriye û her dem ji bo aştî, biratî, azadî û wekheviyê têkoşîn daye. Em ê her dem Şirînê di têkoşîna jinê de bi bîr bînin."

Di peyamê de ji malbata Tekelî û hemû jinên têkoşer re sersaxî hat xwestin û ev tişt hat gotin: "Şirîn Tekelî her dem ji bo rêya azadiya jinê bû ronahiyek, ew dê di têkoşîna jinê de her de zindî bimîne."