WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Îbrahim Taşyapan piştî Navenda Çandê ya Nûda girt û mohr kir, perwerdehiya bi sedan kursiyer nîvco ma.
Wezirê Karên Hundir piştî qeyûm Walî Îbrahîm Taşyapan tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, Qeyûm Taşyapan gelek saziyên girêdayî şaredariyê girt û mohr kir. Qeyûm Taşyapan Navenda Çandê ya Nûda jî girt û mohr kir. Piştî Navenda Çandê ya Nûda di 4'ê Adara 2017'an de hat girtin, bi sedan xwendekarên çandê bê perwerde man û perwerdehiya wan nîvco ma. Navenda Çandê ya Nûda ku di 2012'an de dest bi xebatê kir, di nava 5 salan de 2 hezar xwendekar perwerdehiyê kir. Navenda Çandê ya Nûda di qada çand û hunerê de di gelek qadan de perwerde da. Navendê 2 hezar xwendekar di qada mûzîk, şono, lîstikên gel, resîm, hunerên plastik, tembûr, gîdar, bilûr, perkusyon, erbane, keman, piyano û gelek qadên din de perwerde kir.
Bi zimanê firansî, ermenî, tirkî, kurdî, perwerdehiya muzîkê da. 25 perwerdekar jî di navde 49 kesan xebata perwerdehiya navenda çandê da. Jin, ciwan, zarok perwerde kir. Perwerdekarê muzîkê Kemal Yildirim, diyar kir ku Navenda Çandê ya Nûna ji bo Wanê cihekî gelek girîng bû û wiha got: "Ji ber ku ev cihê girîng hat girtin, hevalên me yên ciwan bê xebat man. Navenda Çandê di gelek qadan de şagirt perwerde kirin û bi sedan kes di qadên cuda yên hunerê de bi cih kirin. Di qada muzîk, sinema, şano, lîstikên gel û gelek qadên din de xebat meşand. Nûda di qada sînemayê de gelek şagirt perwerde kirin. Li gel ku 5 sal temenê wê hebû di qada Tirkiye û navneteweyî de gelek xebatên mezin kir."
'LI WANÊ QADA ÇAND Û HUNERÊ XURT KIR'
Yildirim, anî ziman ku gelek kesên ji dervê welat hatin jî tev li xebatên perwerdehiya çandê bûn û wiha got: "Hem xwendekarên me û hem jî xwendekarên ji dervê welat hatin li vir perwerde bûn. Beştarî gelek mihrîcanan bû. Me li Wanê qada çand û hunerê xurt kir. Pişti navenda me hat girtin li bajar xebatên çand û hunerê jî hatin rawestandin.
Yildirim, da zanîn ku dema Navenda Çandê vekirî bû di qada çand û hunerê de gelek berhem afirandin û piştî navenda çandê hat girtin hilberînên wan ên çandê rawestiya.