MÊRDÎN - Li ser rêya Midyad-Hezexê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de ajokarê bi navê Adnan Acar (26) jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê kamyona fêkî ji rê derket û qulibî. Di qezayê de ajokar ê bi navê Adnan Acar bi giranî birîndar bû. Yekîneya tenduristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, lê Acar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.