Li Dîlok û Enqereyê 10 kes hatin binçavkirin

ENQERE/DÎLOK - Di serdagirtinên li Enqereyê de 6 xwendekar û di serdagirtinên li Dîlokê de jî 4 xwendekar hatin binçavkirin.

Hêzên girêdayî TEM'ê di saetên serê sibehê de li Enqereyê bi ser malên xwendekaran de girt û 6 xwenekar hatin binçavkirin. Piştî kongrola tenduristiyê ew birin Miduryeta TEM'ê. Xwendekarên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, navê 4 xwendekaran hat aşkerakirin. Hat gotin ku kesên hatine binçavkirin Yekta Erpolat, Îbrahîm Îşçîmen, Mehmet Karadaşoglu, Yîgît Aslan e."

Li gorî agahiyan ciwanê bi navê Hasan ê paşnavê wî nehat hînbûn, di çarçoveya dosyayeke li Tokatê de hatiye binçavkirin.

LI DÎLOKÊ SERDAGIRTIN

Ne tenê li Enqereyê, li Dîlokê jî serdagirtina malan pêk hat. Bi hinceta li ser medyaya civakî "propagandaya rêxistinê" kirine, 4 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku serdagirtin li taxên wekî Guzelvadî, Beybahçe, Karşiyaka û Firatê pêk hatine û di serdagirtinan de welatiyên bi navê Bariş Şanda, Abdullatîf Gumuştekîn, Şervan Ayçîçek û Hekîm Yalçin hatine binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin, li Miduryeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin.