DERSIM - Helîkoptera kobra li Geliyê Pulumurê welatiyên sivîl ên çûn seyranê gulebaran kir.
Li herêma Zagê ya Geliyê Pulumurê Dersimê duh saet di 17.00'an de, helîkoptera Kobra ya leşkerî welatiyên sivîl en çûbûn pîknîkê gulebaran kir. Welatiyên hatin gulebarankirin û birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan. Malbata ku ji 6 kesan pêk dihat, dema ji bo seyranê çûn qada Zagê ya Kutudere dema li kêleka rê rûniştibûn ji aliyê kamerayên mê mirov (ÎHA) ve hatin tespîtkirin. Piştî vê yekê helîkopterên Kobra hatin herêmê û welatî gulebaran kirin. Piştî gulebaran û bombekirinê, rêya navbera Pulumur û derdorê li trafîkê hat girtin û ambulans şandin herêmê. Di bombebaran û gulebaranê de walatî Ozdal Donmez rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û Pinar Aydin jî şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Xerpêtê.
Hat zanîn ku Pinar Aydin a birîndar bû Ji Zanîngeha Marmara ya beşa Radyotv mezûn bûbû û li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê lîsans dikir. Ozdal Donmez jî xwediyê Pera Restorantê bû. Xwişka Ozdal Donmez Neriman Donmez, diyar kir ku piştî birayê wê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erzincanê ji wir jî sewqî Şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Hat zanîn ku Pinar Aydin jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Xerpêtê emeliyat kirin. Rewşa Aydin giran e. Der barê 4 kesên din de jî agahî nehat girtin.