COLEMÊRG - Rojnameger û nû Nûçegîhanê DÎHA'yê ya hat girtin Nedîm Turfent ku 13 mehin girti ye, yekem car derket pêşberî dadgehê. Şahidên ku li ser Nedîm Turfent îfade dan, diyar kirin ku bi îşkenceyê îfadeya wan hat girtin.
Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent, di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de li Colemêrgê hatin îlankirin de ji ber nûçeyên xwe yên der barê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabên civaka medyayî yên polîs û leşkeran ve bi înfazê gef lê dihatin xwarin û di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin û li hucreyeke yekkesî hat rawestandin. Piştî 13 mehan şûnde bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê derbarê Turfent de îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hat amadekirin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin. Turfent, piştî 13 mehan yekem car derket pêşberî dadgehê.
Dozger, bi bîr xist ku wî der barê Turfent de bi îdiaya endamê YPS'ê ye û propaganda kiriye doz daye destpêkirin. Di îdianameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamê YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Her wiha di îdianmeyê de îfadeyên 20 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane jî cih digirin. Di beyanên van kesan de hatiye diyarkirin ku Turfent li Colemêrgê rojnamegerî dikir, nûçegîhanê DÎHA'yê ye û bi wênekêş û kameraya xwe wêne û dîmen kişandine. Her wiha van kesan di beyanên xwe de derpêş kiriye ku Turfent bi van nûçe û dîmenên xwe "alîkariya rêxistinê" kiriye.
Yekemîn Rûniştina doza Turfent li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat dîtin. Li salona runiştina dozê Parêzerên Nedîn Turfent amade bûn. Turfent jî li Girtigeha Tîpa F a Ewlehiya Wê bilind bi riya SEGBİS'ê tev li rûniştina dozê bû. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) yê Amedê Mahmut Oral, Gerînendeyê Giştî yê Rojnamya Evrenselê Fatih Polat, Rojnameger a Arti Gerçekê Mehveş Evin, Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Mustafa Kuleli, Rojnameger Nevin Sungur û Nûnerê Tirkiye yê Rêxistina Efoya Navneteweyî Deniz Yildiz û malbata Turfent doz şopandin.
‘PÊL LI SERÊ MIN KIRIN Û SELFİE KIŞANDIN'
Rûniştina dozê piştî tespîta nasnameyan îdîaname hat xwendin. Piştre parastin hat kirin. Rojnameger Turfent, diyar kir ku di bin çavan de rastî îşkence û muameleya xerab hat û wiha got: "Polîtê Tevgera Taybet pêl li serê min kir û qerta çapemeniyê tanî kêleka min. Piştre selfie kişandin. Di hundirê maşîna zirxî de polîsekî çek li min kişand. Tacîza zayendî li min kirin. Tevî ku min daxwaznameyên serlêdana sûc dan jî der barê tu polîsan de tiştek nehat kirin."
SEDEM NÛÇEYA 'TU DÊ HÊZA TIRKAN BIBÎNE' YE
Turfent, diyar kir ku xebatên wî tenê karê rojnamegeriyê ye û wiha berdewam kir: "Sedema sereke ya darizandina min ji ber nûçeyên ku min çêkirine ye. Wezîrê Karên Hundir jî der barê min de lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber dîmenên vîdeo yên "Tu tê hêza tirkan bibîne" ez bûm hedef. Piştî vê nûçeyê polîsan bi nûmarayên fermî û taybet li min geriyan û gef li min xwarin. Ez ji a liyepolîsan ve rastî tacîzê hatim. Gelek caran bi guleyên plastîk ez kirim hedef. Li ser hesabê "JÎTEM” ê wêne parve kirin. Her dem gefê kuştinê li min xwarin.
‘GIRTINA MIN LI MIN KIRIN CEZA'
Turfent, ani ziman ku bi hinceta ew dê birevim ew girtin û wiha got: Dema min gefa kuştinê xwar ez nereviyam, Gelo ez de piştre çawa bireviyama. Girtima min bi xwe bû ceza. Ez dixwazim serbest bêm berdan."
‘EV ÎDIANAME ÊRÎŞEKE BIRDIZÎ YE’
Parêzera Turfent Harîka Karataş jî got ku ji bo pêvajoya dozê dirêj nebe, ew bê dilê xwe beşdarî pergala SEGBÎS'ê bûne, lê êdî ev pêkanîn jî bûye pêkanîneke rûtîn û daxwaza darizandina hevrûbûnê ya rû bi rûyên hev kir. Karataş aşkera kir ku ji bo ew hêza desthilatdariyê bide hîskirin, hiqûq wekî aygitekî bi kar anîne û îdianameya vê dozê jî wekî garabeteke hiqûqî pênase kir û wiha axivî: "Ev îdianame wekî aygiteke êrîşê ya birdoziyê ye û dixwaze miwekîlê min bê îtibar bihêlin."
DESTPÊKÊ NAS NEKIR, LÊ PIŞT RE…
Piştî axaftinên Karataş, derbasî îfadeyên şahid bûn. Kesên der barê Turfen de şahidî dikirin bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bûn. Şahida bi navê Nahîde Ozaraz, da zanîn ku ji ber ku ew derman bi kar tîne, pêhisiyên we tam nîne, destpêkê got ku "ez vî kesî nas nakim". Ozaraz piştre da zanîn ku Turfent rojnameger e û nûçeyên rêxistinê çêdike, endamê rêxistinê ye û wiha axivî: "Rojekî wêneyekî endameke piçûk a rêxistinê yê ji Amedê dikişand. Dema zêde wêneyê wê keçikê kişand, keçikê ji min pirsî û got ku 'Ew çima ew qas wêneyên min dikişîne.'" Piştî van axaftinan dozger mudaxale kir û wiha got: "Fesadiyê neke, ew endamê rêxistinê ye? Tiştên ku tu dizanî bêje."
‘DI BIN ÇAVAN DE 2 DIRANÊN MIN KIŞANDIN’
Şahidê din ê bi navê Can Guler jî aşkera kir ku ew Turfent nas nake û destnîşan kir ku di bin çavan de bi kerpeten du diranên wî hatiye kişandin û wiha pê de çû: "Di îşkenceyê de 2 diranên min kişandin û gotin ku 'heke tu li dozgeriyê jî îfadeya ku te îmzekiriye qebûl nekî, em dê yê din jî bikişînin' û gef li min xwarin."
HEMAN ÎFADE DAN: BI ÎŞKENCEYÊ ÎFADE WERGIRTIN
Şahidên din ên bi navê Dilhat Kiliçoglu, Sedat Ayyildiz û Şivan Şedal jî derbirîn ku di binê îşkenceyê de îfadeyên wan hatine girtin û piştrast kirin ku ew rojnameger Turfent nas nakin.
Piştî navberê dozê dewam kir.