Ji doza DAÎŞ'ê 12 kes hatin berdan

STENBOL - Runiştina doza 17 jê girtî 35 bersûcên DAÎŞ'ê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Ji 17 kesên girtî dihatin darizandin jê 12 bersûcên DAÎŞ'ê hatin berdan.


Rûniştina doza 17 jê girtî 35 bersûcên DAÎŞ'ê ku bi îdîaya "Teşebusa xerakirina pergala Qanûna Bingehîn" dihatin darizandin, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Di rûniştina dozê de 17 bersûcên DAÎŞ'e ku girtî dihatin darizandin, bi giştî 31 bersûc amadebû. Rûniştina dozê bi xwendina belgeyên îdîanameyê dest pê kir. Piştre parêzeren bersucan parastin kir û xwest muwekilên wan bên berdan. Dozger jî xwest girêdayî sûc û delîlên der barê bersûcan de bersûc girtî bên darizandin. Bersûcan jî sucdariya der barê xwe de red kirin û tahliyeya xwe xwestin.

HEYETA DADGEHÊ GIRTINA BERSÛCAN TÊR DÎT

Heyeta dadgehê jî pişti parastinê girtina bersûcan têr dît û der barê 12 bersûcan de biryara berdanê da. Heyeta dadgehê der barê bersûc Ali Karataş, Orhan Kuçuk, Selim Surmeli, Emin Guneş û Serdar Kerim bi sedema suc û delîlên der barê wan de şênber û tespît in biryara berdewama girtinê da. Heyetê der barê 12 bersûcan de jî biryara berdana kontrola edlî da.