STENBOL - Polîsên tirk duh li Kadikoyê bi ser malekî de girtibûn û kesê bi navê Înanç Ozkeskîn qetil kiribûn. Cenazeyê Ozkeskîn piştî li Saziya Tiba Edlî hat wergirtin, di bin dorpêça maşîneyên zirxî de birin goristanê.
Cenazeyê Ozkeskîn rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê, piştî kar û barên otopsiyê bi dawî bû, cenaze ji hêla malbatê ve hat wergirtin. Di vê navberê de Saziya Tiba Edlî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.
Piştî cenazeyê Ozkeskîn li maşîneya cenaze hat sîwarkirin, 3 maşînên zirxî, 4 maşîneyên hêzên çevîk û 6 maşînên polîsên sivîl heta goristanê bi cenaze re meşiyan. Cenaze ber bi Goristana Karacaahmetê ve birin.