'Em hêj di nav xirabeyên Sûrê de li cenazeyan digerin'

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku rûxandina Sûrê ne nû ye û pêvajoyeke wê ya dîrokî heye û wiha axivî: "Armanc ne tenê ranta aborî ye, di heman demê de dixwazin demografiya herêmê jî biguherînin." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî got ku "Hêj di nav xirabeyan de cenaze derdikevin."

Komîsyona Li Dijî Cudahî û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di bin navê "veguherandina bajarî" ya li navçeya Sûrê ya Amedê de, civînek pêk anîn. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê parêzer Eren Keskîn aşkera kir ku li taxên wekî Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê av û ceryan hatiye qutkirin û wiha got: "Mirovên li wir di tariya şevê de li ber mûman zikên xwe têr dikin, pêwîstiyên xwe yên avê bi tankerên avê pêşwazî dikin, bi qab û qaşixan avê dikişînin."

Keskîn piştrast kir ku gelê Sûrê naxwaze ji malên xwe derkeve, ji ber wê bi zorê tên koçberkirin û da zanîn ku AKP dixwaze demografiya Sûrê biguherîne, bi vê rêyê gel ji çanda wan dide dûrxistin. Keskîn destnîşan kir ku ji meha Adarê ya 2016'an vir ve pevçûnên li Sûrê bi dawî bûne û wiha pê de çû: "Dîsa jî li Sûrê 6 tax hêj di binê qedexeyê de ye. Sedema qedexe, rûxandin û koçberkirina gel, ne tenê ji bo ranta aboriyê ye, di heman demê de dixwazin demogafiya herêmê jî biguherînin."

'PÊVAJOYEKE DÎROKÎ YA RÛXANDINÊ HEYE'

Keskîn aşkera kir ku rûxandina li Sûrê ne nû ye, pêvajoyeke wê ya dîrokî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî parazvanên mafên mirovan, dijberên nijadperestî û cudahiyê, dibe îro em nikaribin pêşiya van kuştinan bigirin; lê ji bo careke din dubare nebe, em dikarin hişmendiya civakî gav bi gav bihûnin. Em bang li hemû raya gişî dikin ku li dijî rûxandina Sûrê serwext bibin."

'HÊJ DI NAVA XERABEYAN DE CENAZE HENE'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku Sûr ji bo herêmê û Rojhilata Navîn warekî gelek girîng e û wiha got: "Sûr bûye war û navenda gelek şaristaniyan.
Di serdema qedexeya derketina kolanan de, Sûr hat xerakirin û wêrankirin. Li dijî mirovahiyê sûc kirin. Xerakirina Sûrê hêj didome. Hêj di nava xerabeyan de cenaze hene. Hêj malbatên cenazeyên zarokên xwe nedîtine hene. Cenaze ji aliyê kuçikan ve hatin perçekirin. Di wexta ku me got dê êdî rawestin de, der barê Sûrê de biryara îstîmlaqa lezgîn stendin û dest bi xerakirinê kirin.

GEL NAXWAZIN MALÊN XWE TERK BIKIN

Bîlîcî, anî ziman ku dixwazin warê Sûrê li qada jiyanê biherimînin û êdî bikin ku kes nikaribe lê bijî û wiha got: "Dibe ku şertên Hijyen ava bikin û rengekî xweşik bidin xuyakirin. Lê li vir qadê jiyanê tune dibe. Şert û mercên jiyanê li vir namînin. Gel naxwaze malên xwe û taxên xwe terk bike. Gelek mirovên naxwazin xaniyên xwe terk bikin hene. Mirov bê av û bê cayran mane, lê dîsa xaniyên xwe terk nakin.
Mirovên ku xaniyên xwe terk nakin, bi zorê ji malên wan tên derxistin. Daxwazên me jî pir zelal in. Divê rayedar bi gelê Sûrê re rûnên û bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin."