Dadgehê 25 sal ceza da wekilê CHP'ê Berberoglu

STENBOL - Rûniştina doza Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu ku bi sucdariya TÎR'ên MÎT'ê dihat darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê li Enîs Berberoglu 25 sal ceza birî.

8'emîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ya TÎR'ên MÎT'ê li 14'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu wekî bersûc beşdarî dozê bû. Heyetê 25 sal cezayê girtîgehê li Berberoglu birî. Der barê berberoglu de biryara girtinê hat dayîn. Dozyaya Rojnameger Can Dundar û Erdem Gul jî hat qetandin.

Rojnameya Cumhuriyetê di 29'ê Gulana 2015'an de nûçeya der barê TIR'ên MÎT'ê weşandibû. Der barê nûçeyê de lêpirsîn hatibu vekirin û piştre Rojnameger Can Dundar û Erdem Gul di 26'ê Mijdarê de hatibûn girtin. Dundar û Gul 92 rojan girtî mabûn. 2 rojnameger di 26'ê Sibata 2016'an de hatibûn berdan.

Heyetê der barê Wekilê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu de jî bi îdîaya “Belge û agahiyên dewletê yên divê veşartî bên girtin bi armanca casûsiyê bi raya giştî re parve kirine bi sucdaiya "FETO/PDY” cezayê girtîgehê da û biryara girtinê da. Enes Berberoglu, piştî biryara girtina wî hat dayîn dê wî bişînin girtîgehê.