AMED/MÊRDÎN - Polîsan bi ser şaredariyên Peyas, Yenîşehîr û Qoserê de girtin. Qayûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê hatin binçavkirin.
Polîsan serî sibehê bi ser şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê û Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê de girtin. Qaymeqamê Qoserê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di neman demê de polîsan bi ser malên hevşaredaran de jî girtin.
Di operasyonê de Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu jî hatin binçavkirin. Polîsên ku hatin şaredariya Peyasê li odeya şaredar lêgerîn kirin û hin dosya desteser kirin û ji şaredariyê veqetiyan.
NERAZÎBÛN NÎŞAN DA HAT BINÇAVKIRIN
DEma serdegirtina şaredariyê de endezyarê elektrîkê Bîşar Tutuş li hemberî serdegirtinê nerazîbûn nîşan da li ser vê yekê Tutuş bi derbkirinê hat binçavkirin.
Walîtiya Amedê di 28'ê mijdarê de rayeyên şaredariyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Hezro, Peyas, Pasûr, Lice û Yenîşehîrê dewrî qaymeqamiyan kiribû.
QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYA QOSERÊ KIRIN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî piştî ku hevşaredar Îsamîl Asi û Leyla Salman hatin girtin, qaymeqamê navçeyê Ahmet Odabaş wekî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Polîsan di heman demê de bi ser şaredariyê de jî girtin. Polîsên ku tekine hundirê şaredariyê lêgerînê pêk tînin û nahêlin xebatkar dervekin dereve.
BINÇAKIRINA HEVŞAREDARAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Xebatkar û endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê xwestin li ber avahiya şaredariyê binçavkirina hevşaredaran şermezar bikin. Beriya daxuyaniyê polîsan şaredarî bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Ligel ku xebatkar û endamên meclîsa şaredariyê li ser nerdîwenan daxuyaniyê bidin jî polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Amedê ya daxuyanî qedexe kiriye destur nedan.
Karkeran li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan û dirûşma "Pêkûtî me bêzar nakin" berz kirin. Ji ber ku polîsan destur nedan daxuyaniyê xebatkarên şaredariyê û endamên meclîsê metna daxuyaniyê li çapemeniyê belav kirin.
Polîsan xwestin ku baxçe bê valakirin û hemû karker bi zora polîsan ji baxçeyê şaredariyê hatin derxistin. Li ber deriyê şaredariyê û derve jî gelek wesayîtên zirxî disekinin.
Li ber avahiya Şaredariya Yenîşehîrê jî xebatkarên şaredariyê, endamên meclîsê, rêveberên HDP'û û DBP'ê daxuyanî dan. Alîkara Hevşaredarên Yenîşehîrê Bahar Sevuk daxuyanî xwend. Sevuk got ku binçavkirina Hevşaredar Selîm Kurbanoglu û serdegirtina şaredariyê nayê qebûlkirin. Sevuk anî ziman ku polîsên ku bi ser şaredariyê de girtine bi saetan nehiştine ku xebatkar bikevin hundirê şaredariyê, deriyê hevşaredar hatiye şikandin. Savuk destnîşan kir ku girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman li şaredariyan hiqûqî nîne. Sevuk got ku ew binçavkirina hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê şermezar dikin.
Daxuyanî bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" bi dawî bû.