AMED - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik û Şaredarê Peyasê Mehmet Can Tekîn hatin berdan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik û Şaredarê Peyasê Mehmet Can Tekîn ên di 26'ê Gulanê de hatin girtin, hatin berdan. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara girtina şaredaran Tekîn û Çelik nirxand û der barê wan de biryara berdanê da.
ÇI BÛBÛ ?
Di 25'ê Gulanêde li Amedê di serdegirtinên malan de 6 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. Piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Li dozgeriyê Rêveberê Înîsiyatîfa Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî Îrfan Baboglu û Nurettin Sevim hatin berdan. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik, Serokê Şaredariya Peyasê yê berê Mehmet Can Tekin, Serokê Şaxa Tumbel-Sen a Amedê yê berê Medeni Alpkaya û Tulay Ozdemir bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadweriyê bi îdiaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" biryara girtina Feridun Çelik, Mehmet Can Tekin û Tulay Ozdemir dabû û 3 siyasetmedarên kurd hatibûn girtin.