AMED - Bi beşdariya 10 hezar leşkerî li çoltara navçeya Dara Hênê ya Çewlig û Amedê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin û ev 15 roj e berdewam dike, hat gotin ku herêm bê ser û ber tê bombekirin.
Qadeke berfireh ya navçeyên wekî Licê, Hênê, Pîran, Pasûr û Karazê û li çoltara navçeya Dara Hênê ya Çewligê bi beşdariya 10 hezar leşker, polîs û cerdevanan operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin û ev 15 roj e berdewam dike. Gelek gundên li van herêman di bin dorpêça polîsan de.
ZEVIYÊN GEL HIŞK DIBIN
Gundiyên li herêmê diyar kirin ku leşkeran ji wan re gotiye ku "em demekî li vê herêmê ne" û leşker nahêlin welatî ji malên xwe derkevin, ji ber ku nikarin zeviyên xwe ji ber qedexeyê av bidin, zeviyên wan tev hişkbûne û sewalên wan jî ji ber qedexeyê zerarek mezin dibîne.
Gundiyan piştrast kir ku rêyên gundan bi keviran hatine girtin û li ser gelek rêyan jî xendek hatine kolan, heke tiştekî lezgîn jî hebe, ew bi destûra leşkeran dikarin biçin navçeyê.
HERÊM TÊ BOMBEKIRIN
Hat diyarkirin ku operasyon di navbera Licê û Dara Hênê de berfireh bûye, hat gotin ku çoltara navçeyan bê ser û ber tê bombekirin. Ji hêla din ve tevgereke zêde ya helîkopteran li herêmê tê dîtin, rêya di navbera Licê-Hênê û Licê-Amedê de tevgereke zêde ya maşîneyên zirxî heye. Yekîneyên taybet ên dem dem rêya Amed-Çewligê digirin, maşîneyan didin rawestanin û lêgerînê pêk tînin.