Rojnameger Turfent nehat berdan

COLEMÊRG- Rojnameger û nûçegihanê DÎHA'yê ya hat girtin Nedîm Turfent ku 13 mehin girtî ye, yekem car derket pêşberî dadgehê. Şahidên ku li ser Nedîm Turfent îfade dan, diyar kirin ku bi îşkenceyê îfadeya wan hatiye wergirtin. Li gel vê yekê jî Turfent nehat tehliyekirin.

Di darizandinê de ji 24 şahidan 13 jê hatin guhdarîkirin. Hemû şahidên ku hatin guhdarîkirin, beyan kirin ku îşkence li wan hatiye kirin û îfade bi darê zorê bi wan hatiye îmzekirin.

Piştî heyeta dadgehê guhdariya şahidan kir, ji parêzerên Turfent Harîka Karataş diyar kir ku ji îfadeyên şahidan jî dixuyê ku îfade ji îdiayan wirdetir ne tu tiştin jî.

Karataş wiha got: "Derket holê ku hemû tiştên di dosyeyê de îdia ne. Me der barê bersûc ku diyar kiribû îşkence lê hatiye kirin daxwaz name da Serdozgeriya Komarê ya Geverê. Lê bersiv nehat dayîn. Îro di şexsê Turfent de rojnamgerî tê darizandin."

Ji parêzerên Turfent, Necmettîn Çorûh jî wiha got: "Tenê sedemeke girtina Turfent heye ew jî ji ber ku rastiyên li Geverê ragihandiye. Her wiha ji ber ku Turfent di çapemeniya azad de dixebite îro li vir e."

Danişîn serê sibehê saet di 10.30'yî de dest pê kir û heta saetê 17.45'ê êvarî domand.

Piştî parêziya parêzeran dozgeriyê daxwaza berdewamiya girtina Turfent kir. Piştî navbereke kurt, heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Turfent da û bi biryara yek jê nepen guhdariya 11 şahidan bê kirin danişîn taloqî 9'ê tebaxa 2017'an kir.