ÎZMÎR - Di dosyeya lêpirsînê ya Mehmet Erkek ê di sala 2011'an de winda bû û 70 roj şûnde cenazeyê wî hate dîtin de tu pêşveçûyîn tune.
Mehmet Erkek ê ji Farqîna Amedê ye, di Cotmeha 2011'an de li Bûcaya Îzmîrê winda bûbû û cenazeyê wî 70 roj şûnde hatibû dîtin. Piştî cenazeyê Erkek hat dîtin, hat gotin ku "întihar" kiriye û lêpirsîna hatibû destpêkirin hat rawestandin. Li ser îtirazan di 2012-2013'an de dosye dubare ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat vekirin û paşê dubare ji bo dosyeyê biryara "neşopandinê" hat dayîn. Piştî serlêdana ku di sala 2015'an de li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hat kirin, dadgehê bi hinceta "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" biryara vekirina dosyeyê da. Lê belê, ji sala 2015'an heta niha di dosyeyê de tu geşadan û pêşveçûyîn xwe nedane der.
JI BER 'CEMAETÊ' DOZ LI KESÊ JI LÊPIRSÎNÊ BERPIRSIYAR HAT VEKIRIN
Di dema dîtina cenazeyê Erkek de, Gerînendeyê Şaxa Asayîşê û Gerînendeyê Emniyetê yê Pola 3'yemîn Aşkin Çoksever, ji nêz ve bi bûyerê re eleqedar bû. Di hemû merheleyên lêpirsînê de Çoksever hebû û di rapora ku berpêşî dozger hat kirin de hat gotin ku bûyer bûyereke "întiharê" ye û dosye hat girtin. Lê belê, diyar bû ku Çoksever di lêpirsîna cemaetê ya ku wek Doza Sîxuriya Leşkerî tê zanîn, bi awayekî negirtî tê darizandin.
Wek Çoksever, gelek polîsên ku di dema mirina Erkek de li Tiba Edlî û muduriyeta polîsan peywirdar bûn, di nav wan kesên ku ji ber lêpirsîna "cemaetê" tên darizandin de cih digirin.
DI GIRTENAMEYÊ DE ÎMZEYA TÎMÊ TAYBET HEYE
Di girtenameya polîsan a ku xwe dispêre Yûsûf B. ku hevalê Erkekê ê bazarê ye wiha tê gotin: "Hatiye beyankirin ku Mehmet Erkek ê winda sempatîzanê PKK'ê ye, di hilbijartinên 2011'an de ji bo BDP'ê deng berhev kirine û fikra malbata wî jî ev fikr e". Li bin girtenameyê îmzeya polîsên bi navê S.S.Y. û H.Ç. heye û piştî Yûsûf B. ev tişt derewandin, derket holê ku girtename sixte ye. Her wiha paşê hat tespîtkirin ku her du polîsên ku îmzeya wan di bin girtenameyê de hene, polîsên taybet in.
BIRAYÊ WÎ: ŞOPA BENIK LI STUYÊ WÎ TUNE BÛ
Malbata Erkek, diyar kir ku wan berê serî li ÎHD'ê dabû û ew li pêyî îfadeya ku berê dane ne. Birayê Erkek, Nevzat Erkek wiha got: "Roja ku birayê min daliqandî hat dîtin, polîsan ez birim cihê bûyerê. Birayê min serdevkî dirêjkirî bû. Li erdê şopeke nû ya benikan hebû. Bêhna tiştekî nehat min. Wê kêliyê demildest min xwest li telefonê binihêrim. Lê destûr nedan. Cenaze serdevkî dirêjkirî bû. Paşê ew zîvirandin. Destê wî yê çepê li ser newqa wî bû û tiliyên wî vekirîbûn. Destê wî yê rastê jî rast bû. Porê wî tîk bû. Halbûkî baraneke dijwar hebû. Bi taybetî min li stuyê wî nihêrî ka şopan benik heye yan na. Lê min tu şop nedîtin. Dar dareke biçûk bû û ne ew dar bû ku xwe li ber bedena mirov rabigire. Li holê tiştekî ku biçe serê û xwe pê daliqîne jî tune bû."
Erkek, anî ziman ku birayê wî zaf cixare dikişand lê belê li hawirdorê tu qutikên cixareyan nedixuyan. Erkek, dest nîşan kir ku ew herêm herêmeke geştê bû, lê ne mumkun e ku 70 rojî kes cenazeyî wî nebîne.
'NE EW KES BÛ KU ÎNTIHAR BIKE'
Erkek, dest nîşan kir ku birayê wî ne ew kes bû ku întihar bike û wiha axivî: "Mirina birayê min mirineke biguman e. Hisûmeta wî bi tu kesî re tune bû. Deyn meynê wî tune bû. Mirovekî di halê xwe de bû. Sedemeke wî ya ku întihar bike tune bû. Serê sibehê dema ji mal derdiket kêfxweş bû û sohbet dikir. Qet nediçû cihên tena. Tim bi me re dixebitî. Em çar bira bûn û em qet ji hev nediqetiyan. Qet nediçû cihên wisa. Polîsên TEM'a Îzmîrê der barê birayê min de lêkolîn kirine û di girtenameyê de diyar kirine ku BDP'î ye û malbata wî sempatîzanê PKK'ê ye. Mirina wî mirineke biguman e."