Rêwîtiya masîpankan dest pê kir

WAN - Masîpankên ku li Gola Wanê dijîn û di zêdebûnê de li dijî herikîna avê avjeniyê dikin, ber bi ava şêrîn ve koç dikin. Rêwitiya wan a ava şêrîn dîmenên rengîn û bedew ava dike.

Li Benda Masiyan ku li têketina Erdîşa Wanê ye, masîpankên ku di dema zêdebûnê ango tenasulê de tersê herkana avê de avjeniyê dikin, dema ji mecbûrî ber bi ava şêrîn ve koç dikin, ew rêwîtiya wan a mecbûrî dîmeneke bedew dide der. Masiyên ku hewl didin ji ava qilê (soda) ya golê derkevin û ber bi ava şîrîn ve biçin û hêkên xwe bikin, tersê herkana avê avjenî dikin û di dema vê avjeniya xwe de hema bêje teqleyan davêjin. Dema hêkên xwe dikin, dubare vedigerin Gola Wanê.

LI HEMBERÎ HERKANÊ TÊDIKOŞIN

Masîpank li aliyekî li hemberî herkanê û li aliyê din jî ji bo nebin hedefa qaqlîbazan têdikoşin û ev têkoşîna wan mirovan diheyirîne. Welatiyên ku berê xwe didin hawirdora robar û geştê dikin, dema çav li van dîmenan dikevin heyr dimînin.

Her wiha gelek wênekêşên ku ji bajarên hawirdorê hatine jî vê hunera masîpankan dikêşin û ev ziyafet û huner bala turîstên xwecihî û biyanî jî zaf dikêşe.