TRABZON - Girtiyên siyasî yên Girtîtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, derpêşkirin ku çalakiyên wan ên civakî tên astengkirin. Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derdikevin rastî lêdanê tên. Îdareya girtîgehê jî îdiayên der barê xwe re red kirin.
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê di nameyên ji malbata xwe re şandin de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Hat diyarkirin ku nêzî 60 girtî li girtîgehê dimînin û piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê binpêkirinên mafan zêdebûne. Girtiyan got ku, heftê du rojan qawîşên wan tên kontrolkirin.
‘JI BER KU LÊGERÎNA TAZÎ RED DIKIN TÊN DERBKIRIN'
Girtiyan dest nîşan kir ku tenê destûra temaşekirina qenalên nêzî îktîdarê tê dayîn. Girtiyan got ku, radyoyê wan hatine desteserkirin. Girtiyan, îdia kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin jî tên derbkirin û heqaret li wan tê kirin. Girtiyan, dest nîşan kir ku tim û tim bi cezayê dîsîplînê gef li wan tên xwarin. Girtiyan got ku, cezayê bi dehan girtiyî qediyaye, lê belê nayên tehliyekirin.
Girtiyan, diyar kir ku bi hincetên hêsan çalakiyên wan ên civakî tên astengkirin û xwarinên tên dayîn ne hîjyenîk in û kêm tên dayîn. Girtiyan, anî ziman ku dema girtî îtirazî vê yekê dikin ji wan re wiha tê gotin: "Yê ku nan bi dest wan nakeve bila pasteyan bixwin."
JI BO FETO'YIYAN MUAMELEYEK TAYBET
Girtiyen, dest nîşan kir ku di warê çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê de tu gav nayên avêtin û sewqên nexweşxaneyan nayên kirin. Girtiyan, diyar kir ku dema ew îtirazî rewşê dikin jî, cezayê hucreyê li wan tê birîn. Girtiyan got ku, rêveberiya girtîgehê bi muameleyeke taybet nêzî kesên ji FETO'yê hatine girtin dibin û dema ew sedema vê yekê dipirsin gardiyan ji wan re dibêjin "ew ê sibê dusibe derkevin, dê di meqamên dewletê de cih bigirin, ji bo ku me negirin em wisa dikin".
Girtiyan ji bo dawî li binpêkirina mafan bê banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin.
GIRTÎGEH ÎDIA QEBÛL NEKIRIN
Der barê îdiayan de em li girtîgehê geriyan. Rayedarê girtîgehê wiha got: "20-30 kes sewqî nexweşxaneyê tên kirin. Radyoyên wan li gel wan in û guhdar dikin. Heftê rojekê peqleweya ku bestenî li ser dixwin. Gelek kes ji me re dnivîsînin ku ew êdî ji xwarinên bi goşt aciz bûne. Dixwazin têkevin rojevê. Heke wezaret destûrê bide her kes dikare bê û li rewşa girtîgehê binêre."