Girtiyê emeliyat nebe dê kor bibe

AGIRÎ - Girtiyê 65 salî Mecît Bayracî yê li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê ye, çavekî wî nabîne. Ger Bayraci neyê emeliyatkirin dê kor bibe.

Di 13'ê Sibatê de di serdegirtina gundê Zorava yê Bazîda Agiriyê de welatiyê bi navê Mecît Bayraci yê 65 salî hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Heke Bayraci neyê emeliyatkirin dê çavê xwe yê dibîne jî winda bike. Bayraci li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tê ragirtin û ji ber tansîyona zêde çavekî wî nabîne. Niha jî ji ber kataraktê bi rîska ku çavê xwe yê din jî winda bike re rû bi rû ye.

DERMAN PIŞTÎ 3 MEHAN ŞÛNDE HATIN DAYÎN

Dema hat girtin, dermanê Bayraci yê ku tim divê bi kar bîne, piştî 3 mehan şûnde danê. Kurê wî Tahîr Bayraci, anî ziman ku êdî çavên bavê kêm dibîne. Bayraci got ku ji bo biçe naxweşxaneyê ev demeke bavê wî daxwazname nivîsandiye lê belê hîn jî bersiva wê nehatiye dayîn. Bayraci wiha got: "Piştî ku hat girtin heta niha carekê bavê min çûye bijîşk. Dema hat girtin hin dermanên ku bi kar dianîn hebûn, lê belê dermanê wî wernegirtin. Piştî hat girtin 3 meh şûnde çû ser bijîşk û derman hatin nivîsandin. Wê demê bijîşk gotiye divê bê emeliyatkirin. Ji wê rojê heta niha bavê min daxwaznameyê dinivîse. Lê belê, hîn jî ew nebirine ser bijîşk."

‘MAFÊN WAN Ê TENDURISTIYÊ TÊ DESTESERKIRIN'

Bayraci, da zanîn ku berê jî bavê wî hatiye girtin û wiha axivî: "Ji ber ku bavê min kesekî hestiyar e, tim wî hedef digirin. Ev cara 4'emîn e ku tê girtin. Berê di salên 1987, 1990 û 1992'yan de hatibû girtin. Mirovê ku tawîzê ji nirxên xwe nade, niha bi talûkeya ku kor bibe re rû bi rû ye. Bi ser de gritîgeh eziyetê li xizmên girtiyan dike û mafê tenduristiyê yê mirovan desteser dike."

‘JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ DOZA EDALETÊ DIKIM'

Bayraci ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir û wiha got: "Bila rayedar vê mexdûriyeta ku wan daye der ji holê rabikin. Tenê ne ji bo bavê xwe ji bo hemû girtiyên nexweş doza edaletê dikim. Ev mirov li derve jî dikarin bên darizandin. Bi vî halê xwe nikarin birevin, divê li derve bin. Şert û mercên girtîgehê ne li gor bavê min û girtiyên din ên nexweş in. Pêşaniya herî sereke ya mirovan tenduristî ye. Girtin ne çareserî ye. Bi girtin, çewisandin û hepskirinê nikarin mirovan bitirsînin. Me tu carî ev zilm qebûl nekir û em ê nekin jî. Em ê vê zilmê ji zarokên xwe re jî vebêjin."