WAN - Dîwarê ku dewleta tirk di navbera sînorê Îran-Tirkiyeyê de lê dike, şêniyên li taxa Çîliya Jêrîn a Çaldêranê û xizmên wan ên aliyê sînor ê din ji hev qut dike, welatiyan bertek nîşanî lêkirina dîwar kir û wiha got: "Heke dîwar çareser bûya, dê Dîwarê Berlînê nehata rûxandin."
Dewleta tirk piştî bi dîwarên betonî sînorê rojavayê Kurdistanê girt, niha jî dest avîtiye sînorê di navbera rojhilatê Kurdistanê de. Dîwarê ku li taxa Ciliya Jêrîn a Çaldêrana Wanê de tê lêkirin, welatiyên navçeyê û xizmên wan ên aliyê Îranê ji hev qut dike. Berî 4 salan li ser sînor xendek hatin kolan, kalekol û qereqol hatin avakirin û welatî ji hev parçe kirin. Welatiyên ku bi salan e bazirganiya sînor dikin, piştî sînor hat girtin, yek bi yek ji gundên xwe koçber bûn. Gundê ku berê 80 mal lê bûn, niha 20 mal mane, ew jî dibêjin ku heke wiha biçe dê ew ê jî ji gundên xwe koçber bibin.
Dîwarên ku di navbera malbat û welatiyan de hatiye lêkirin, di tevahiya bejahiya çiyê de rêz bûye, kulubeyên leşkerî yên hatine çêkirin jî nahêlin welatî hev bibînin.
4 SAL E BAZIRGANÎ TUNE
Welatiyê bi navê Alî Yilmaz ji Ciliyê ye, Yilmaz bal kişand ser kulubeyên ku hatine avakirin û destnîşan kir ku ev 4 sal in ew nikarin derbasî aliyê din ê sînor bibin û wiha got: "Berê çûyîn û hatin hebû û rewşa her kesî baş bû. Me mazot tanî û debara xwe dikir. Lê piştî sînor hat girtin em perîşan bûn."
NÎVEKÎ XIZMÊN WAN LI WALÎ NE
Yilmaz da zanîn ku ew tu wateyê nadin dîwarê ku hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Heke dîwarên ku tên lêkirin kêrê gelan bihata, dê Dîwarê Berlînê nehata rûxandin. Di dawiya dawî de demorasî û mafên mirovan bi ser ket û ew dîwar hat rûxandin. Bi neyartiyê dê xwe negihînin tu derî. Niha gelek xizmên welatiyên li vî gundî li walî mane."
JI 80'Ê MALBATÎ 60 MALBATAN KUÇ KIR
Nesîm Tum jî destnîşan kir ku piştî sînor hatiye girtin ew zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: "Êdî em nikarin zarokên xwe jî xwedî bikin. Min 8 salan bazirganiya sînor kir û rewşa me baş bû. Niha li gund ciwan nema ne. Ji 80 malbatî, 60 malbatan koç kir. Malbatên heyî jî zarokên wal li bajarên mezin dixebitin."
Diyar Yildiz da zanîn ku kekê wî li gundê Şêx Silo yê aliyê sînor zewiciye û di vê der barê de ev tişt got: "Heke sînor vekirî bûya, dê hemû gundiyan bi hev re bûk baniya. Lê ji ber ku sînor girtî ye, em neçarin di deriyê sînor re bînin û herî zêde 4 kes dikarin biçin û bînin."
‘ŞER DERKEVE DÊ XWE BAVÊJIN KKU’
Halîs Aygun jî bi salan bazirganiya sînor kiriye, Aygun got ku "Sibe-dusbe heke şerek li Îranê derkeve dê xizmên me xwe bavêjin ku?" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû dê li dîwarê sînor biqelibin û bên kuştin. Em naxwazin dîwar bê lêkirin. Gundê Şêx Silo qasî 15 deqe nêzî me ye û hemû xizmên me ne."
Abdulselam Yildiz aşkera kir ku berî ku dîwar bê lêkirin, ew di hemû cejin û sersaxyan de diçûn û dihatin, lê êdî niha nikarin biçin. Yildiz herî dawî piştrast kir ku di her pêvajoya hilbijartinê de AKP wedên wekî "em ê deriyê sînor ji bo we vebikin" û wan dixapîne, piştî derî bi tevahî hatiye girtin, ew gelekî bê hêvî mane."