Derketina derve li 25 gundên Pasûrê hat qedexekirin

AMED - Waliyê Amedê li 25 gundên Pasûra Amedê di bin navê operasyona leşkerî de “qedexeya derketina derve” îlan kir.

Walîtiya Amedê li 25 gundên navçeya Pasûrê ya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî ji saet 05.00’an şûn ve “qedexeya derketina derve” îlan kir. Gundên qedexe lê hatiye îlankirin evin: “Eskar, Gomak, Gagvas, Kuye, Arkatin, Tiyax, Xuriç, Agaçli, Deyas, Zara, Herta, Seyrek, Kokan, Şêx Buba, Kerîka, Benîn, Zilek, Çirrik, Temirana Kevir, Kemika, Malabazê, Temirana Saxir, , Savuşa, Barin û Godernê.”