MÊRDÎN - Li Dêrikê zarokê bi navê Şêxmus Atsiz ê di dara tûyê de ket, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê zarokê 9 salî Şêxmus Atsiz ê ku derket ser dara tuyê, ket û bi giranî birîndar bû. Atsiz ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û li wir jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe ji morga nexweşxaneyê wergirt, li Goristana Dêrikê sipartin axê.