Wey xwedêyo ev çi pirsek zahmet e: Ka dayika min?

REQA - Di çerçoveya operasyona Reqayê ya ji hêla QSD’ê ve hat destpêkirin rastiyên bi êş derdikevin holê. Bavê keça 12 salî Fatma Mihemed ji ber jineke êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir ji hêla çeteyan ve serê wî tê jêkirin. Dayika Fatma Mihemed a ku ji hêla çeteyan ve dîl tê girtin, bi du bira û xwişkê xwe ve çar roj berê ji malekê ku asê mabûn hatin rizgarkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di operasyona bi navê “Cenga Mezin” a Reqayê dabû destpê kirin di roja xwe ya 10’emîn de, kete Taxa El Berîd a rojavayê Reqayê. Li vir ku di navbêra şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pêvçûnên dijwar diqewimin, şervanên ku du roj berî di eniya rojhilat de ketibûn Taxa Sîneayê jî hindik maye rizgar bibe. Di operasyonê de bi sedan hemwelatî tên rizgarkirin di nava wan de jinên êzidî jî hene. Her roj ku di derbarê aqûbeta jinên êzidî de agahiyên nû derdikevin holê, çîroka jinên êzidî yên ji hêla çeteyan ve dîl hatine girtin, bi hemû awayî rastiya hovîtiya DAIŞ’ê radixe berçavan.

JINA ÊZIDÎ Û FATMA YA 12 SALÎ

Duh ku me nûçeyekî bi sernavê “Yê jina Êzidî kirî bû axivî: Yê sê caran bêje Allah û Ekber dibû a wî” hatibû weşandin de kesê bi navê Abdullah Mihemed (50), çeteyên DAIŞ’ê çi ji jinên Êzidî yên êsîr hatibûn girtin dikir yek bi yek vegotibû. Di nava civata ku cih bi cih li dora Abdullah Mihemed kom dibûn de keçekê biçûk a 12 salî ya bi navê Fatma Ehmed jî hebû. Fatma ji ber serê wê yê girtî û kincên li xwe kiribû bala mirovan dikişand ser xwe. Di dema roportajê de bê navber li me û şervanên YPJ’ê bi çavên pirskirinê dinêrî. Fatma ku şervanên YPJ’ê dît çavên wê vedibû û dikeniya, bi jest û mîmikên xwe wek e ku dixwest tiştekî bipirse. Em çîroka Fatma û xwişk û birayê wê yên di nava civakê de ji ber me zimanê erebî zêde fêm nedikir, piştre em hîn bûn.

BI XWIŞK Û BIRAYEKÎ XWE RE HAT AZADKIRIN

Fatma ya ku axaftina me pê re tenê bi “Merhaba û çawayî başî, navê te çi ye?” re bi sînor dima, çûbû ba şervanên YPJ’ê û bi wan re sohbet kiribû û wan pir hembêz kiribû. Fatma, çar roj berê li Taxa Romaniyê ya li rojavayê Reqayê dikeve bi dehan niştecihên Reqayê re hatibû rizgarkirin. Fatma ku bi rojan bi sivîlan re di malekî de asê mabû piştî şervanên QSD’ê taxê bi temamî xist bin qontrolê bi xwişk û birayê xwe re ew derxistibûn qadên rizgar kirî.

NÊZÎKATIYA YPJ'Ê

Fatma yê ku li vir di serî de pêdiviyên jiyanî bigire hemû cure pêdiviyên wî ji hêla şervanên QSD’ê ve tê peyda kirin, yê herî zêde şervanên YPJ’ê pê re eleqedar dibin. Fatma yê ku herî zêde dixwest ya şervanên YPJ’yê hembêz bike, bi dîtina YPJ’yiya pêşî bi dilekê germ hembêz kir. Fatma ku wê kefiya serê xwe yê nedixwest danî û rizgarbûna xwe ya ji destê DAIŞ’ê bi nîvkeniya xwe kêfxweşiya xwe jiyan kir. Fatma bi xwişk û birayê xwe re bê tirs nêzî YPJ’yiyan bûn û demek dirêj wan hembêz û sohbet dikirin. Fatma ku dema bi YPJ’yiyan re diaxivî kena wê kêm nedibû, bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê jî jibîr nedikir.

JINEK ÊZIDÎ AZAD DIBE

Bavê Fatma ku ji ber jineke êzidî rizgar dike ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve tê girtin, li pêş çavên her kesî serê wî tê jêkirin û qetilkirin. Fatma, xwişk, bira û dayika wê jî dibin şahidê vê bûyerê. Ji ber tirsa wê ew jî bêne kûştin dengê xwe dernaxin. Bavê Fatma ji bo çeteyên DAIŞ’ê ferq nekin li ser daxwaza hevjîna xwe ya jineke êzidî bi pereyê dikire. Piştî bi mehan bi hev re dijîn, bavê Fatma ya jina êzidî derdixe derveyê Reqayê û ji malbata wê re dişîne.

BAVÊ WÊ TÊ QETILKIRIN Û DAYIKA WÊ JÎ DÎL TÊ GIRTIN

Çeteyên ku vê bûyerÊ dibihîsin, pêşî serê bavê Fatmayê jê dikin, piştre jî dayika wê dîl digirin û bi xwe re dibin. Lê piştre em hîn dibin ku bavê Fatma bi eslê xwe kurd e û dayika wê jî ereb e. Fatma yê ku derheqê bûyerê de me jê pirsan pirsî, girîna ku di qirika wê de bibû girêk bi pirsa me re vala kir û wiha got: “Bavê min vê rewşî bi me re jî parve kir. Li ser daxwaza dayika min di ser kesekî naskirî de jina tê behs kirin hewil dida ku xilas bike. Ya wê xilas kir lê DAIŞ ya wî girt. Piştre serê bavê min jê kirin. Viya min, xwişk û birayê min û dayika min jî dîtin. Piştre hatin, ya dayika min jî birin. Hêj jî dayika min bi wan re ye, lê em nizanin birine kuderê.”

Fatma, xwişk û birayê wê çi jiyankirine xizmên wê yên wan li cem xwe digirin jî heman tiştî vegotin û diyarkirin ku ev bûyera ku her sê zarok jiyankirine 8-9 meh berê çêbûye. Xizmên Fatma yên ku tiştê van zarokan jiyan kiriye sererastkirin, destnîşankirin ku ji ber malbatên wan jî di destê DAIŞ’ê de ne ew ji tirsa nikarin biaxivin.

Erdogan Altan / Nazim Daştan- dîhaber