Bogatekîn: Muameleya terorîstan bi zarokan tê kirin

ENQERE - Parêzerê zarokê girtî yê bi navê K.T, Huseyîn Bogatekîn têkildarî K.T de got, ew di nava salekê de 4 caran hatiye sirgûnkirin û cihê zarokan ne girtîgeh cem dayik û bavên wan e.

Di pêvajoya şerê taybet ê ku dewletê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê da destpêkirin de gelek zarok hatin binçavkirin û girtin. Yek ji wan zarokan ê bi navê K.T ye. K.T di 15’ê tebaxa 2015’an de li navçeya Hezexa Şirnexê hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Piştî K.T hat girtin demek kurt li Girtîgeha Midyadê ma û pişt re sirgûnî girtîgehên wekî Sîncan, Şakran û Maltepeyê hat kirin. Hefteyek berî niha K.T li Girtîgeha Şakranê sirgûnî Girtîgeha Maltepeyê hat kirin. Parêzerê K.T Huseyîn Bogatekîn têkildarî rewşa K.T de axivî û diyar kir ku, çend roj berê wî bi K.T re hevdîtin pêk aniye. Bogatekîn anî ziman ku, K.T ji wî re gotiye girtiyên edlî bi muameleya terorîstan nêzî wî dibin.

‘LI ZENDA WÎ BIRÎN HEBÛ’

Bogatekîn da zanîn ku, K.T di Girtîgeha Şakran de rastî muameleya kirêt hatiye û wiha axivî: “Dema ku min bi K.T re hevdîtin pêk anî, wî ji min re got, li girtîgehên Şakran û Sîncanê ew rastî tundîtiya gardiyana hatiye û li wir xwestiye ku întîhar bike. K.T zenda xwe nîşanî min da û li zenda wî birîn hebû. Lê ji ber ku demek dirêj di ser birîna wî re derbas bûye, birîna wî êdî hatiye cebiriye û baş bûye. Ji ber ku K.T di girtîgehan de rastî mulameleyên kirêt hatiye derûniya wî ne baş e.”

‘CIHÊ ZAROKAN LI CEM DAYIK Û BAVÊ WAN E’

Bogatekîn da zanîn ku, K.T ji wî re gotiye ez ê çi bikim û ez dixwazim bimirim û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zarokên ku dikevin gertîgehan derûniya wan xira dibe. Ez bawerim ku K.T ji ber ku rastî muameleyên kirêt hatiye her tim behsa mirinê dike û dibêje ez dixwazim bimirim. Zarok nikarin rewşa giran rakin. Em niha behsa zarokekî dikin, cihê zarokan ne girtîgeh e. Cihê zarokan cem dayik û bava ye. Tiştên ku K.T di girtîgehan de jiyaye li ser wî bandorek neyînî çêkiriye û tim tiştên xirab difikir e.”

‘EZ NAXWAZIM DI NAV GIRTIYÊN EDLÎ DE BIMÎNIM’

Bogatekîn dest nîşan kir ku, K.T li girtîgehê bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku K.T sirgûnî girtîgeha Maltepê dibe ji ber ku qawîşên girtiyên siyasî li wir tune ne, wî dixin nav girtîyên edlî. Girtiyê edlî ji wî re dibêjin, tu terorîst î û ew pêşniyara xwe dike, wî dixin odeyekê û di odeyê de bi tena serê xwe dimîne. K.T ji min re got, ez naxwazim di nav girtiyên edlî de bimînim û girtiyên siyasî min wekî terorîst bi nav dikin. Ev yek jî derûniya min xira dike.”

‘K.T TRAMVAYEKE MEZIN DIJÎ’

Bogatekîn anî ziman ku, dema ku wî bi K.T re hevdîtin pêk anî K.T ketibû gireva birçîbûnê û wiha domand: “Dema ku ez çûm min K.T dît ew di gireva birçîbûnê de bû. Min jî ji wî re got divê tu ji gireva birçîbûnê derbikevî ya ku tu dikî ne rast e. Wî jî ez guhdar kirim û gireva birçîbûnê bi dawî kir. Min bi derûnas û mudûrê saziyê re hevdîtin pêk anî û wan ji min re got K.T di bin tramvayekî mezin de ye û tiştên ku ew jiyaye, bandoreke neyînî li ser derûniya wî kiriye û ew tiştên baş nafikir e. Derûnasê K.T bi mudûrê girtîgehê re hevdîtin pêk aniye û gotiye divê hûn ji bo wî bibin alîkar, da derûniya wî zêdetir xira nebe.”

‘DIVÊ K.T DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN’

Bogatekîn herî dawî ev tişt gotin: “Divê ku K.T ji bo derûniyê destekê bigire. Mudûriyeta girtîgehê ji min re got ew ê di nava çend rojan de K.T bibin nexweşxanê û qontrola wî bikin. Mudûriyeta girtîgehê got ku ew qawîşa siyasî venakin û girtiyên siyasî û edlî bi hev re dimînin. Lê K.T ji ber ku rastî êrîşa girtiyên edlî hat nexwest li wê qawîşê bimîne. Em jî ji bo vê rewşê ditirsin û em ê bişopînin û em wî tenê nehêlin. Ji ber çend meh berê girtiyekî edlî jî li wir întîhar kiriye, em jî ditirsin ku K.T tiştekî bîne serê xwe. Divê demildest K.T bê berdan û derûniya wî ne baş e. Divê tu zarok di nav çar dîwaran de neyên girtin. Mafê her zarokî ye ku li derve jiyaneke azad bijî.”

Ferît Dere - dîhaber