Piştî îşkenceyê girtî avêtin hucreyan

ANTALYA - 4 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Îzmirê sirgûnî Girtîgeha Alanyayê hatin kirin, ev 6 roj e di hucreyê de tên ragirtin.

Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin, li girtîgehan her roja binpêkirina mafan zêde dibe û ji van binpêkirinan, yên nû lê zêde dibin. Ji Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Îzmîrê, di 9’ê Hezîranê de 4 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hatin kirin. Ev 4 girtî 6 roj in di hucreyan de tên girtin. Mustafa Sayan ê bi kurê xwe girtî Resul Sayan re li girtîgehê hevdîtin pêk anî, der barê rewşê de ev tişt got: “Dema kurê min birine, gardiyanan li wir îşkence li wan kirine.”

Sayan destnîşan kir ku bi kurê wî re, girtiyên bi navê Mehmet Şefîk Oztekîn, Mehmet Bozkurt û Ramazan Sayan jî birine û ew di koxuşên serbixwe de bi cih kirine, ji ber ku wan ev qebûl nekirine, hatine derbkirin. Sayan got ku piştî îşkenceyê 4 girtî avêtine hucreyan. Sayan da zanîn ku kurê wî û hevalên xwe ev 6 roj e di hucreyê de tên girtin.