Li avahiya qeymeqamtiyê jî pêlika şewatê tune ye

EDENE - Li Aladagê piştî facîaya ku 11 jê xwendekar û yek jê jî perwerdekar jiyana xwe ji dest dan, çav li tevdîrên ku nayên girtin digerin. Derket holê ku li avahiya qaymeqamtiya navçeyê jî pêlika şewatê tune ye.

Li navçeya Aladagê ya Edeneyê, di facîaya şewata li wargeha keçan a aîdî cemaeta Suleymanciyan de, 10 jê xwendekarên keç, perwerdekarek û keça wê ya 6 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî facîayê çav li tevdîrên nayên girtin digerin. Hat dîtin ku avahiya qaymeqamtiyê jî di nav de, li gelek saziyên cemaweriyê pêlikên şewatê tune ne.

Li bajêr 80, li Aladag jî 6 wargehên Suleymanciyan hene û li hemû wargehê wan heman rewş heye. Li Wargeha Xwendekarên Kur a Komeleya Xizmeta Perwerdehî û Çandê ya Aladagê ku aîdî Suleymanciya ye, piştî facîayê pêlika şewatê hat çêkirin. Li avahiya 3 qatî ya Qaymeqamtiya Aladagê û li avahiya 5 qatî ya Gerînendetiya Polîtîkayên Malbat û Civakiyî ya Navçeyê jî pêlikên şewatê tune ne.

'DIVÊ FERASET BIGUHERE'

Parlementerê CHP'ê yê Edeneyê Zulfîkar Înonu Tumer temmiya careke din facîayeke wek a li Aladagê pêk neyê kir û bi bîr xist ku, peywira venêrîna wargehan di dest saziyên dewletê de ye. Tumer dest nîşan kir ku, li cihekî ku li saziyên dewletê tam tevdîrên şewatê û ewlehiyê tune bin, wê ya li saziyên taybet ne bi sihet be û anî ziman ku, ev meseleyeke ferasetê ye û divê ev feraset biguhere.