Dayik qetil kirin gefan li kurê wê dixwin

RIHA - Li ber çavên zarokê bi navê M. Eker dayika wî hatibû qetilkirin, zarokê ku dê li dadgehê bihata guhdarkirin, berî guhdarkirinê ji hêla xizmên dayika xwe ve tê revandin û gefa kuştinê li wî tê xwarin.

Li navçeya Eyubiyeyê ya Rihayê di 5'ê Cotmeha 2016'an de, kesê bi navê Halîl Îbrahîm Eker (36) ji girtîgehê revî bû û hevjîna xwe ya bi navê Havva Eker (27) li ber çavê kurê xwe yê 12 salî M. Eker qetilkiribû. Hat gotin ku kurê wî yê 12 salî ji hêla xizmên dayika xwe ve duh hatiye revandin. Li gorî agahiyan M. Eker dema li kolana Kuleyê ya li taxa Biçalçiyê ya Eyyubiyeyê bûye, maşîneke gewr ew şopandiye û piştre ew bi zorê li maşîneyê hatiye sîwarkirin. M. Eker piştî ji destê wan xwe rizgar kir, serî li Şaxa Zarokan a Miduryeta Polîsan a Bajêr da.

GEFÊN KUŞTINÊ LI WÎ DIXWIN!

M. Eker di îfadeya xwe de aşkera kir ku dayika wî ji hêla bavê wî Halîl Îbrahîm Eker ve hatiye kuştin û wiha got: "Ez li gel dayika bavê xwe dimînim. Ji ber ku bavê min dayika min kuşt, ew avêtin girtîgehê. Piştî 10 rojan dê doz bê dîtin. Ez dê wekî şahid bêm guhdarkirin. Berî ku ez bên revandin, 4 roj ewil bavê dayika min Mehmet Yaşar Erîçek ez dîtim û got ku 'Ez ê te bikujim'. Piştre dema ez îro di saet 12'an de diçûm dermanfiroşê, bi maşîneyekî ez şopandim. Devê min girt û ez bi zorê li maşînê sîwar kirim. Di maşîneyê de jin bava min Fehîme Ozgul Erîçek, xaltiya min Sevgî Erîçek, xwişka pîra min a ez navê wê nizanim û 45 salî ye û kalê min Mehmet Yaşar Erîçek gebûn. Ez dirêj kirim û gotin 'Em ê te bikujin'. Di wê demê de kalê min Mehmet Yaşar çek derist û da serê min û got ku 'Teqes li dadgehê nebêje ku me zêr û pereyê dayika te girtiye' û piştra ez berdam. Ez dozdarê wan im."

Parêzerê M. Eker Adnan Yapici xwest ji bo miwekîlê wî parêzvanek bê dayîn lê ev daxwaz ji hêla dadgehê ve hat redkrin.